Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê: Êrişên dijî fermandarên me ji êrişa 3’yê Adarê ne cûdaye

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê di salvegera êrişa 3'yê Adara 2017'an de daxuyaniyek nivîskî belavkir. Di daxuyaniyê de hate gotin; "Hedef girtina Fermandarên me Pîr Çeko, Agir Cefrî û Şêrzad Şemo ji êrişa 3'yê Adara 2017'an ne qute. Wê ne PDK û nejî dewleta Tirk a dagirker nekaribe bi planên xwe ên qirêj îradeya civaka me bişkênin."

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê di salvegera êrişa 3’yê Adara 2017’an de daxuyaniyek nivîskî belav kir. Meclîsê ragihand ku ewê teqez li ser vê axê xweseriyê ava bikin.

Daxuyanî wiha ye:

“Di 3’yê Adara 2017’an bi planek hevpar a MÎT û PDK’ê bi armanca tinekirina pergala netewa demokratîk a Şengalê ku ji Xanesorê civaka meya Êzidî ji nava kêliyê Fermanê despêkiribûn, êrişek bêbext û bi hemû cûrên çeka, bi navê Pêşmergeyên Roj liser gelê me ê li Xanesorê pêkhat.

Bi êrişa 3’yê Adara 2017’an re PDK’ê dijminatiya xwe ya li dijî civaka me carek din derxist holê. Gel û hêzên me ên parastinê bi erk û berpirsiyartiya xwe li dijî vê êrişê sekinîn û 10 Şervan, Gerîla û zarokên civaka me canê xwe kirin qurbanî û bi xwîna xwe rê li ber vê êrişa bêbext girtin.

Em binavê Meclisa xweseriya Şengalê di şexsê şehîdên berxwedaniya Xanesorê de, tevahiya şehîdan bibîr tînin û bi rêzdarê bejna xwe li himber malbatên şehîdan ditewînin.

Şehîdên Xanesorê bedena xwe kirin mertal ji bo jiyana Azad a vê civakê ku di nava fermanê debûn. Ji bo rastiya vê êrişê neyê xuyakirin di serî de rojnamevan kirin hedef û kedkara civaka me rojnememvan Nûjiyan Erhan kirin hedef. Lê zarokên  ku ji  xweliya fermanê  xwe afirandin liser şopa Şehîd Nûjiyan xwe  perwerdekirin û karê xwe û xuyakirina rastiya li Şengalê de berfirehtir kirin.

Wek tê zanîn ê bû sedema fermana 3’yê Tebaxê PDK bû. PDK’ê ji roja avakirina sîstema xweseriya demokratîk a li Şengalê, heya niha bê navber plan liser plan li ser civaka me dide meşandin û dixwaze xwe li Şengalê bike serwer.

Çawa di wê demê de xwestin Xanesorê dagir bikin, di roja meya îro de jî heman plan li ser tevahiya Şengalê dewam dikin. Hedef girtina Fermandarên me Pîr Çeko, Agir Cefrî û Şêrzad Şemo ji êrişa 3’yê Adara 2017’an ne qute.

Çawa civaka me di wê demê de bi erk û berpirsiyartî tevgeriyan wê ji niha û şûnde jî bi heman helwest tevbigerin û rê nedin xiyanetkar li ser axa Şengalê vegerin.

Em ji raya giştî re radigihînin, bedel çidibe bila bibe wê civaka me bigehe xweseriya xwe û li ser vê axa pîroz bi azadî jiyan bikin. Me berê jî gotiye tu hilbijartinekî me nîne ji bilî berxwedaniyê, ji bo ev berxwedanî bi hêz bibe em bang li gelê xwe dikin nekevin xefikên dijminê dagirker û îxaneta PDK’ê. Pêwîste gelê me bi vegera li ser axa xwe bersiv bide hemû plan û êrişên dagirkeran.

Di niha de Xanesora berxwedêr gelê xwe ê koçber bûyî di himbêza xwe de di hewîne û bi sîstema  Netewa Demokratîk xwe bi xwe birêve dibe. Ev sîstema ji Xanesorê despêkir nihe li hemû Şengalê belav buye, gelê me buye xwedî sîstema xwe a rêvebirin û parastinê.

Wê ne PDK û nejî dewleta Tirk a dagirker nekaribe bi planên xwe ên qirêj îradeya civaka me bişkênin. Her bostek ji axa Şengalê xwîna qehremanekî me têde hatiye rijandin. Emê dest ji vê doza şehîdan a Şengala xweser û azad bernedin.”

İl / İlçe : ARJANTIN

Show More
Back to top button