Jinên Ezidî: Xayîn ti caran nabin Êzidî

Jinên Êzidî kêfxweşiya xwe ji bo serkeftina operasyona tolhildanê ya li Şengalê pêkhatî anîn ser ziman. Jinan berteka xwe ya li hember xiyanetkarên koka xwe bi gotina 'Xayîn ti carî nabin Êzidî' nîşan dan.

Çend rojên borî ji raya giştî re hate ragihandin ku yekîneyên taybet ên bi ser YBŞ’ê ve û hêzên ewlekariyê yên Şengalê, bi navê “Operasyona Tolhildanê” pêngaveke taybet li dijî tora sîxurên MÎT û Parastinê lidarxistine û di encamê de ek beşji vê şebekeyê hatiye tespîtkirin.

Piştî vê Operasyona Tolhildanê bertekên civaka Êzidî li hember xiyanetê bi awayek xurt pêşket. Bi taybet jinên Êzidî di vî milî de xwedî bertekên xurt û radîqalin.

Yek ji wan jinan jî Emîna Seîd e. Emîne Seîd wiha berteka xwe nîşan da; “Em naxwazin ciwanên me yên Êzidî, xiyanetê li civaka xwe ya Êzidî bikin. Yên ku xiyanetê dikin ne Êzidî ne. Em dixwazin dayik û bavên wan şîreta li wan bikin ku xiyanetê li civaka xwe nekin. Ew her du kesên xiyanet kirine jî Êzidî bûn, lê em wan Êzidî nabînin, ji ber xiyanetê li Êzidîyan kirine. Ger Êzidî bûna xiyanet li Êzidiyan nedikirin.”

‘Kesên xayîn qebûl nakin’

Nafya Xidir jî yek ji wan jinên Êzidî ye ku hêrsa xwe li hember xiyanetê wiha vedibêje; “Em wan însanan weke Êzidî qebûl nakin û di nava xwe de jî qebûl nakin. Hemû dinya qebûl bike jî, em weke jinên Êzidî di vê derê de, wan însanan di nava xwe de qebûl nakin. Emê heyfa Dijwar Feqîr ku însanek pêşengê me bû, mamosteyê me bû, şêwirdarê me bû hilînin. Em hemû di ber perwerdeya wî, Mam Zekî, Zerdeştan û Seîdan re derbas bûn. Ew kesên ku van însanên me li ber çavê me qetil dikin, em wan kesan di nava xwe de qebûl nakin. Ger ew însan di destê me de bûna beriya malbatên şehîdan, emê wan însanan bikin qet û qet. Em wan însanan, dinya jî xira bibe, yek di dinyayê de nemîne jî em wek jinên Êzidî ku di perwerdeya wan şehîdan de derbas bûne, wan kesên xayîn qebûl nakin û ger bidin me emê wan kesan efû nekin.”

Jina bi navê Zîn Ehmed jî wiha axivî; “Selah ê bi Seed re ev kar kirî, di ragihandinê de cihê xwe digirt. Dayîkekî got, di şerê artêşa Iraqê û YBŞ’ê de, min dît artêşê çeka xwe ber bi wî Selahê de kir û got, ez rabûm çûm pêş min Selah dehf da û min xwest fîşeka wan li min bikeve, ne li wî bikeve. Yanî tu xwe bidî ber fîşeka însanekî, dayikek şehîdan bû ku xwe bide ber fîşeka ku însanek xayîn û destî wî di xwîna kezeba te de hebe, di xwîna Şehîdê te de hebe, ev tiştek gelek bi êş bû. Rastî dema wiha derketin, ew dayik jî gelek bi xema ket. Got yanî ez xwe bixim pêş fîşeka însanekî ku ez bixwazim ez şehîd bikevim, ne ew kes, ez ruhê xwe bidim ji bo wî û ew jî derkeve destê wî di xwîna zarokê min de hebe. Yanî ev tişt gelekî bandoriyeke mezin bû bi rastî.”

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button