Cenazeyê Merwan Bedel bi merasîmeke heybet hate oxirkirin

Cenazeyê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel bi beşdarbûna hezaran kesî û bi dirûşmeyên şehîd namirin, bi merasîmeke heybet hate oxir kirin. Di merasîmê de soza şopandina şehîdan hate dayîn û hate gotin; “Ev şehadet carek din îspat kir ku ji bilî xwe rêxistinkirin û xwe parastinê, tu rêyek cûda ji bo Êzidiyan nîne.”

Duh derdora saet 14:00’an balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker, di roja yekemîn a rojiyên Êzî de êrişî wesayîta Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel Xwedêda kir. Di wesayîtê de ku zarokên Merwan Bedel jî hebûn, Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel şehîd bû.

Cenazeyê Merwan Bedel îro danê siharê ji Nexweşxaneya Şehîdên Xanesorê hate girtin û ji bo rê û resmên olî anîn mala wî. Bi sedan welatî jî li ber mala Şehîd Merwan Bedel kom bûn. Piştî ku rê û rêsmên olî xilas bûn, cenazeyê Merwan Bedel bi dengê def û şibêb û dirûşmeya şehîd namirin, ber bi goristanê hate birêkirin.

Cenazeyê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel bi beşdarbûna hezaran kesî û bi dirûşmeyên şehîd namirin, bi merasîmeke heybet li Goristana Şehîd Dilgeş û Berxwedan hate oxikkirin.

Piştî ku darbesta Şehîd Merwan Bedel bi karwaneke bi sedan wesayîtan ji mala wî hate oxirkirin, karwan beriya ku bigihe şehîdgehê, li lofên Kolika sekinî. Li vê derê bi hezaran welatî darbesta wî girtin ser milan û heya şehîdgehê meşiyan. Girse bi lêdana def û şibêban û her wiha bi dirûşma şehîd namirin heya şehîdgehê meşiya.

Li Şehîdgeha Ş.Dilgeş û Ş. Berxwedan ji bo Merwan Bedel merasîmeke leşkerî hate kirin. Hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, Tevgera Azadiya Jinên Şengalê (TAJÊ), Yekîtiya Ciwanên Êzidî, hevserokên PADÊ, Fermandariya Yekineyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekineyên Jinên Şengalê (YJŞ), Asayîşa Êzîdxanê, oldar û eşayîrî û her wiha gelê Ereb jî di merasîmê de amade bûn. Di merasîmê de şervanên YBŞ’ê amadebûn.

‘Malbata wî ya esasî civaka Êzidî bû’

Di merasîmê de li ser navê fermandariya YBŞ’ê Tîrêj Şengalî axivî. Tîrêj Şengalî di axaftina xwe de balkêşa ser ked û têkoşîna Şehîd Merwan Bedel û wiha got: “Şehîd Merwan Bedel di dema fermanê de ji bo parastina civaka xwe tevlî refên berxwedanê bû. Bi salan ji bo parastina Şengalê û Êzîdxanê têkoşînê kir.” Tîrêj Şengalî destnîşan kir ku herî dawî jî ji bo rêxistinkirina civaka azad wî di qada civakî de xebat meşandine û wiha berdewam kir: “Malbata hevalê Dijwar Feqîr hebû. Lê malbata wî ya esasî civaka Êzidî bû. Ev şehadet jî car din îspat kir ku ji bilî xwe rêxistinkirin û xwe parastinê tu rêyek cûda ji bo Êzidiyan nîne.”

‘Hevalê Merwan bû fedayiyê Êzîdxanê’

Piştî axaftina Tîrêj Şengalî, Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Heso Brahîm axivî. Heso Brahîm jî di destpêka axaftina xwe de balê kişand ser jiyana têkoşer a Merwan Bedel û wiha got: “Em di şexsê wî de hemû şehîdan bibîr tînin. Pêşengê me Merwan Bedel bi rêzdarî bibîr tînin. Eger em bêjin em li pey Tawisî Melek in emê şehîdan bidin. Eger em şehîdan bidin wê demê em zanibin em hene. Hevalê Merwan bû fedaiyek Tawisî Melek, bû fedayiyê Êzîdxanê. Hevalê Merwan şehîdê Êzîdxanê ye. Bila serê gelê Êzidî sax be. Hol hola Tawisî Melek e. “

‘Iraq hevalbendê Erdogan e’

Di merasîmê de herî dawî jî Şemê Remo li ser navê TAJÊ axaftinek kir. Dayê Şemê di axaftina xwe de herî zêde balê kişand ser berpirsyariya hikumeta Iraqê û got: “Ka parastina hikumeta Iraqê, ka parastina dewletan. Hikumeta Iraqê îro hevalê Erdogan e. Em vê hikumetê şermezar dikin.”

Di merasîmê de hêrs û kîna li hemberî dewleta tirk a dagirker, hikumeta Iraqê û PDK’ê hîç kêm nebû. Her wiha soza mezinkirina têkoşînê û parastina Şengalê hate dayîn.

Piştî axaftinan cenazeyê Şehîd Merwan Bedel bi dirûşmeyên Şehîd Namirin spartin axê.

Girseya ku ji şehîdgehê vedigere wê li nahiya Sinûnê kom bibe û li wir meşeke girseyî were kirin.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button