‘Helbest jiyan e, hest û raman e’

Helbestvanê Şingalî Silêman Dawut tevlî bernameya hest û helbest ya radyoya me bû û li ser hest û helbest diyar kir ku helbest jiyan e, hest û raman e

 

Helbestvanê Şingalî Silêman Dawut tevlî bernameya hest û helbest ya radyoya me bû û li ser hest û helbest diyar kir ku helbest jiyan e, hest û raman e.

Helbestvan Dawut Silêman  Xaltî 1995’an li gundê Feyadê ya girêdayî komelgaha Dîgurê ji dayik bûye. Heya niha 60 helbest nîvîsiye, lê ji ber bê derfetiyê çap nekiriye. Helbestvan Dawut him dînîvîse him jî helbestên xwe bi hestekî pir xurt dixwîn e.  Li gor derfetên xwe hinek helbestên xwe tomar kirin e.

Helbestvan Dawut Silêman li ser çîroka xwe ya helbestvaniyê got hestê helbestê li gel min pêşket û ez ji helbestê pir hesdikim û wiha pêde çû: ‘’ Di emrekî biçûk te hestê helbestê bi minre çêbu. Min dixwest ez helbest çêkim û bêjim. Helbest di rih, can û jiyana min de bû tiştekî reîsî.

Helbestvanê Şingalî Dawut Silêman  bal bir ser helbestvaniyê û got Helbest jiyan e li gor min. Min guhdara hinek helbestvana kirin. Ez zarok bûm, min fêmnekir kîjan helbestvan baştir dibeje û dinîvîse lê min gelek ji wan guhdar dikir.

Em ketin êş û azaran, welatê me herdem di fermanan de derbas dibe

Helbestvan Dawut SIlêman qala dema fermanê kir û wiha got: ‘’Em ketin rewşek ne baş. Welatê me wêran bû, ferman çêbu û me gelek êş dît. Em ketin êş û azaran, welatê me herdem di fermanan de derbas dibe. Me gelek tiştên ne xweş dît. Hestê helbestiyê li gemlin çêbu. Min xwest ez ji bohevalên xwe û civaka xwe helbestan çêkim û bixweînîm.’’

Carna mirov dikare tiştên xwe xeyalên xwe jî bike helbest.

Helbestvanê Şingalî li ji bo gîrîngiya helbestê ya nav civakê wiha got: ‘’Helbest di nav civaka me ya Êzîdî û hemû cîhanê de wek hestekî xwe berdide  nav laşê mirov de.Helbest mirov hinek caran pê keyxweş dibe, hinek caran jî pê xemgîn dibe. Ger mirov helbest bi ciwanî bixwîne wê hemû derdor û hevalên te jê hez bikin. Helbest tiştekî welê ye ku dikeve jiyana mirov de. Dema xemgînîyek çêdibe, mirov wê dike helbest û di wir de wê êşê parve dike.’’

Dema mirov helbest dihone divê gotinên wê xweş be, divê wê helbestê de herkes xwe bibîn e

Ji bo honandina helbestan jî SIlêmanî wiha got: ‘’Helbest divê bi hest were honandin û bi hestekî nazik were xwendin. Wê demê gelek însan jî ji wê helbestê wê hezbikin. Ger mirov peyvek ji wir bîne, peyvek ji wir bîne helbest ava nabe. Dema mirov helbest dihone divê gotinên wê xweş be, divê wê helbestê de herkes xwe bibîn e. Ez ticaran helbestên xwe li ser kompûtûr an jî li ser telefonê nanîvîsîm. Ez tîmî li ser kaxiz dinîvîsîm. Ji ber li ser teknîk ez bawernakim bimîne.  Div e ku winda bibe an jî tiştek lê wer e. Li ser defter nîvîsandin helbestan baştir diparaz e û tema wê cudatir e.’’

Helbestek Dawut SIlêmanî ku  li ser kesên koçber yên dervayî welat nîvîsî ye:

Hey Welatê min

Dîsa şev e û şev dirêj e hey welatê min

Xewa her du çavê minî reş nayê hey welatê min

Çênabe ku tu bindest bî hey welatê min

Kanî ew gulên berê spehî

Bêhna xwe dan e çiyayên te

Lê Îro van gula di nav çend gilêşa de şax veday e welatê min

Bêhna wan qet nayê welatê min

Hey welatê min Şingala min, mala min

Evîndar daxwaza evînê xwe dikin,

Penaber daxwaza malên xwe dikin,

Pîr û kalên me jî daxwaza rizgarbûna zarokên xwe dikin

Çênabe tu bindest bî welatê min

Hey welatê min

Hey welatê min

Van e zarokên 74 fermanan

Hinek jî bûne komîka Şingalê

Û hatine ji bo te bimrin

Hinek jî ji bo te xebatkarin

Canfedayê axa te ne hey welatê min

Hinek jî bûne kuştiyê Xeribiyê

Û serê wan dagirtiye ji hizrên pîs û genî

Hinek direvin ber bi xeribîyê ve diçin

Xerîbo Nerewe ji welatê min

Ramana van çend peyvê min

Were bibe qehremanê axa xwe

Were bibe qehremanê şengala xwe

Were bibe qehremanê axa xwe

Xerîbo qet û qet çênabe

Welatê me Şingala me bindest e Xerîbo

Çênabe qet û qet çênabe Xerîbo!

Helbestvan Dawut SIlêman nîvîsandina vê helbesta xwe wiha şîrove kir: ‘’Dema ku min vê helbestê nîvîsî demekî pir nexweş bû. ji ber ku gelek hevalên me dema fermanê ber bi xerîbîyê ve çûn. Piştî fermanê 2017’an min nîvîsî. Gelek hevalên me gotin jiyan di vî welatî de nabe. Jiyan pir zehmet e û berê xwe didan xeribiyê. Hevalekî min pir jê hesdikir. Lê wî jî berê xwe da xerîbîiyê. Min got nabe neçe. Lê guhdar nekir û çû min carek din wî nedit. Dema ku ji ba min çû min jî hima ev helbest honand. Min vê helbestê di 20 dk’ an de honand. Dema tiştek zehmet di jiyana mirov de çêdibe mirov helbest dinîvîs e. Em dostê hev bûn û me pir ji hev hesdikir, em pir nêzî hev du bûn, lê ji ber fermanê em ji hev dur ketin îşalah emê bigihêjin hevdû.

FİRMÊSK ELÎ-ŞENGAL

Show More
Back to top button