‘Tirkiye dixwaze pîlanên xwe yên qirêj bi Iraqê bide kirin’

Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Rîham Hiço balkêşa ser lihevkirina Bexda-Hewlêr ya li ser Şengalê û serdana Hulusî Akar ya ji bo Iraqê û got ku tişta DAiş'ê nekirî, niha dewleta Tirk dixwaze bike.

Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Rîham Hiço balkêşa ser lihevkirina Bexda-Hewlêr ya li ser Şengalê û serdana Hulusî Akar ya ji bo Iraqê û got ku tişta DAIŞ’ê nekirî, niha dewleta Tirk dixwaze bike.

Rîham Hiço ji Rojnews re wiha axivî; “Peymana 9’ê Cotmehê ji bo qirkirina civaka Êzidî hatiye îmze kirin û dewleta Tirk dixwaze vê pîlana xwe ya qirêj bi Iraqê bide kirin. Emê weke civaka Êzidî heya dawî li ber xwe bidin.”

Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Rîham Hiço destpêkê berxwedana xelkê me ya li Şengal û derveyî welat ya ji bo naskirina statûya Şengal silav kir û got; “Bi mehane gelê me ê Şengal û dostên wan li dijî lihevkirina navbera Iraq, PDK û dewleta Tirk ya li ser Şengalê li ser piyane. Ev peyman ji bo qirkirina civaka Êzidî hatiye îmzekirin û dixwazin bi vê peymanê dawî li Êzidiyan bînin. Îro gelê me ji bo destkeftî û nirxên xwe di nava têkoşîn û berxwedanê dene. Li her derê dijî peymanê derdikevin, tevî vê jî hikumeta Iraq dixwaze vê peymanê bicih bike.”

Rîham di dewama axaftina xwe de balkêşa ser serdana Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hulusî Akar ya ji bo Bexda û Hewlêrê û destnîşankir ku ji ber lewaziya Iraqê, welatên derve karîn gelek tiştan bi Iraqê bidin qebûlkirin û wiha pêde çû; “Em dizanin, ev pîlan ne yên Iraqê ne, bi zextên Tirkiyeyê pêktên. Em fam nakin, derdê dewleta Tirk çiye û çima dixwaze li ser Şengalê ew peyman were bicih kirin. Li gorî me hevdîtinên di navbera PDK û Tirkiyeyê de, ji bo pêkanîna komkujiyek din a ser civaka Êzidiye. Ji ber ku gelê me bi berxwedanê DAIŞ’ê têk bir, ji ber vê jî dixwazin Êzidiyan qir bikin. Dewleta Tirk a dagirker bi sedan gundên Êzidiyan yên li Bakurê Kurdistanê bi darê zorê da valekirin. Êzidiyên li wir ji çand û baweriya wan dûrxistin, hebûna Êzidiyan lizwir tine kirin. Dixwazin li Şengalê jî heman tiştî bikin û gel di komkujiyê re derbas bikin. Tirkiye dixwaze vê pîlana xwe bi Iraqê bide kirin. Eger êrişek li ser me pêk were, çawa me di dîrokê de gelek caran li ber xweda, emê carek din li ber xwe bidin. Em rê nadin nirxên me yên pîroz ji dest biçin.

Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Rîham Hiço dawiya axaftina xwe de wiha got; “Dijminatiya dewleta Tirk ya li hemberî civaka Êzidî, ji dema Osmaniyan heya niha  dewam dike. Êzidiyan ti metirsiyek li ser Trikiyeyê çênekiriye, lê Tirkiye tevî vê jî dixwaze ewlekariya Şengalê têk bide. Emê weke xelkê Şengalê heya dawî li ber xwe bidin û wê serkeftin a gelê me be.”

Show More
Back to top button