Tîma Gerok li gel bijîşkên biyanî pêşwazî li gelek nexweşan kir ku piraniya wan ji jin û zarokan pêktê.
Bijîşk bi hevkariya Meclîsa Gel a Zorava pêşwazî li nexweşan kir û gel jî kêfxweşiya xwe ji serdana tîma gerok ya bi însiyatîfa Rêveberiya Xweser anîn ziman.
Hêjayî bibîrxistinêye, hîn jî li gelek gund û komelgehên Şengalê nexweşxane û navendên tendûristiyê nînin. Dem dem nexweşxaneya gel a girêdayî Rêveberiya Xweser bi hevkariya bijîşkên biyanî yên ji Ewropayê tên, serdana hemû herêmên Şengalê yên lê nexweşxane nîne dike. Berê niha demekî jî tîmên gerok bi hevkariya bijîşkên jin serdana hem herêmên Ereban, hem jî herêmên din yên Êzidî lê dijîn kiribû.
03/03/2024 Demjimêr 12:30