Rewşa 2 hezar û 880 Êzidiyan hîn nediyar e

Di ser fermana 2014’an a Şengalê re 7 sal derbas bûn, lê hîn jî rewşa 2 hezar û 880 Êzidiyên ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatine revandin nediyar e. Her wiha bi dehan gorên komî hîn nehatine vekirin.

Çeteyên DAIŞ’ê ku para xwe ji mirovahiyê ne girtine, 3’yê Tebaxa 2014’an êrîşî Şengalê kirin û komkujî pêk anîn. Di van êrîşên hovane ku wekî fermana 73’yan tê binavkirin de, malên welatiyan, gund û bajarok hatin hilweşandin,  bi hezaran kes hatin qetilkirin û bi komî hatin binaxkirin.

Çeteyên hov ku nekarîn Êzidiyan bi darê zorê bikin Misliman, dest bi komkujiyê kirin. Jin, zarok, mêr, pîremêr, pîrejinên li dibistanan û cihên din hatin komkirin, destpêkê ji hev veqetandin. Jin, zarok û xort revandin, yên temem mezin jî qetil kirin û xistin gorên komî.

80 gorên komî

Elyas Xidir yek ji wan kesan e ku li gundê Koço ji aliyê çeteyan ve hatine girtin û gulebarankirin. Dema çeteyan welatî gulebaran kirine û avêtine gorên komî, Elyas piştî çete ji wir çûne, bi awayekî birîndar xwe xilas kiriye. Elyas dibêje; “Serê sibehê çeteyan em hemû li dibistana gundê Koço kom kirin. Jin û zilam ji hev cuda kirin. Jin birin qata jor û mêr jî li qat jor hiştin. Piştre serçeteyan xest ku em bibin Misliman, lê me red kir. Liser vê yekê çeteyan mêr birin derveyî gund û gulebaran kirin.”

Li gorî agahiyên Elyas dane, tenê li derdora gundê Koço di rojekê de li 6 cihan komkujî çêbûn.

Li gorî daneyên saziyên mafên mîrovan ên navnetewî û yên Iraqê, çeteyan di nava meha Tebaxê de li 80 deverên Şengal û derdora wê 2 hezar û 293 kes qetil kirin, bi komî binax kirin.

 Bi hezaran kes hatin revandin, 360 hezar koçber bûn  

Li gorî lêkolînên heman saziyan, çeteyan di êrîşan de bi hezaran, jin, zarok û mêr revandin, cihên pîroz hilweşandin. Di lêkolînan de amarên têkildar wiha hatine dayîn:

Hejmara kesên koçber bûne: 360.000
Zarokên bê bav mane: 1759
Zarokên bê dayîn mane: 407
Zarokên bê dayîn û bav mane: 2745

Zarokên hatine qetilkirin: 2745

Jinên hatine revandin: 3504

Zilamên hatine revandin: 2869

Kesên bêser û şûn mane: 220
Kesên derketine derveyî welat: 100.000
Cihên pîroz ên hatine hilweşandin: 68

Piştî 7 salan hîn jî rewşa wan nediyar e, gor nehatine vekirin

Di ser fermanê re 7 sal derbas bûn, lê hîn jî rewşa gelek kesên hatine revandin nediyar e, bi dehan gorên komî nehatine vekirin û bi deh hezaran koçberan nekarîne vegerin ser warê xwe.

Ji bo ku komkujiyên çeteyan pêk anîne wekî jenosîd were qebûlkirin, rêveberî, sazî û dezgehên Şengalê di nava hewldanan de ne, lê heta niha hin welatên xekî Belçîka û Holanda wekî jenosîd qebûl kiriye. Hewldanên di vê mijarê de hîn berdewam dikin.

Ji bo vekirina gorên komî û diyarkirina nasnameyên kesên hatine qetilkirin, çend hewldan çêbûne, lê hîn bi dehan gor nehatine vekirin. Cihên goran hatine tespîtkirin, lê ji ber şewatên di demsala havînê de derdikevin û lehiyan, hin gorên li gundê Solax jihev çûne. Desteya Rêveber a Şengalê demek beriya niha li ser mijarê daxuyanî dabû û bal kişandibû ser girîngiya xebata gorên komî. Piştî ku zetên civakê zêde bûn, saziyên Iraq û navnetewî dest bi vekirina gorên komî kirin.

18 gorên komî hatin vekirin

Yekemîn gora komî 15’yê Adara 2019’an li gundê Koço hate vekirin. Li gorî Tîma niştimanî ya vekirina gorên komî ya Iraqê, di xebatên li Koço de bi giştî 17 gor hatin vekirin û cenazeyên 364 Êzidiyên hatine qetilkirin hatin dîtin.  Ji vana nasnameyên 104 kesan hatin eşkerekirin û di 6’ê Sibata 2021’an de li gundê Koço bi merasîmekê hatin veşartin.

Di 25’ê Cotmeha 2020’an de jî li gundê Solax goreka komî ku jinên hatine qetilkirin tê de bûn, bi amadebûna nûnerên hikumeta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî (NY) hat vekirin. Di gorê de 80 cenazeyên jinan hatin dîtin.

Li gorî daneyan, hîn jî 62 gorên komî nehatine vekirin.

Rewşa yên hatine revandin

Ji bo rizgarkirina jin, zarok û mêrên ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibûn revandin, hêzên YBŞ/YJŞ, QSD, TAJÊ û Mala Êzidiyan a Rojava xebat û hemleyên taybet meşandin. Di van xebatan de bi hezaran kes hatin rizgarkirin û radestî malbatên wan hatin kirin. Lê hîn jî rewşa gelek kesan nediyar e.

Li gorî raporên saziyên mafên mirovan ên navnetewî, rewşa hezar û 304 jinan û hezar û 576 mêran ku bi giştî dibin 2 hezar û 880 kes, hîn nediyar e.

ROJNEWS-ÎBRAHÎM ÊZIDÎN

Show More
Back to top button