Jina Êzîd di her warî de xwe bi rê ve dibe
Her ku diçe jinên Êzidî di Şingelê de xwe bi rêvedibin û bi keda destê xwe ve debara jiyana xwe dikin
Derbarê kar û xebatên jin de jina bi navê Asiye da diyar kirin ku jin dikare xwe bi xwe bi rêve bibe û debara mala xwe bike.
Jina ciwan a bi navê Asiye ku bi xwe xelkê Sinûnê ye derbarê karê dest de ji Radyo me re axivî û got: “Ev 6 mehe ku min ji xwe re mehelekî vekiriye û ez tiştê bîzê tê de çêdikm û tiştê dirutinê li ba min heye weke (dezî, xercî, morik, bendik, doxîn û hwd…).”
Asiye di berwamiya gotinên xwe de da diyar kirin ku ji bo keçan kemeliyat jî di mehela xwe de difiroşe û wiha pê de çû: ” Di mehela min de tiştên keçika û jinan hene weke (zincîr, guher, mekyaj û hwd…).”
Asiye bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “kêfa min gelekî ji karê min re tê û ez bi vî karê xwe debara mala xwe dikim. Ji bo ez bikaribim ji xwe re kar bikim hevala min alîkarî ji min re da û ev mehal mın ji xwe re vekir. Divê keç û jin kar bikin kar ne tinê ji mêr re çêbûye, divê mêr û jin bi hev re kar bikin û debara mala xwe bikin. Ez hêvî dikim cihekî yê karên destan ji bo keç û jinan bê vekirin da ku jin bikaribin debara jiyana xwe bikin.”
Radyo Dengê Çira Şengal-Sena Qiranî