Keda jin di her kêlî û devera jiyanê de ye

Jinên Êzîdî di Şengale de bi keda xwe jiyana xwe bi rê ve dibin

 

Di nav civaka Êzîdî de her ku diçe jinên Êzîdî bi taybeti ji jinen ciwan dikevin nav xabeten jiyani de. Ev dide nişandan ku jin di nav her keliye û her devera jiyanê de bêy ku mihtace yeki din bibin bi keda xwe jiyanê didominin. Li bajorêkê Xanesorê ya  Şengale jina ciwan a bi navê Dilo ya 18 Salî li nivisangeha ya kopikirine de bi firotina tiştan debara jiyana xwe bi rê dibe. Di vî karî de malbata Dilo pişgiri û alikariya wê dike. Da ku di dabara malbata wê de keda wê jî hebe. Di vê nivisangeha de karê sureta miamile tên çêkirin, hemu tiştên medrese tên firotin, suret tên kişandin û tên derxistin. Her wiha di vê dikanê de pirtûk jî tên firotin.

Jina ciwan Dilo ji Radyo me ya Dengê Çira Şengalê re axivî û got: “ciwanên niha waxtê xwe pirani li ser telefon û înternetê derbas dikin.” Dilo axaftina xwe wiha domand: “Pêwîst e mirov bi taybetî jinên ciwan pirtûk bixwînin. Ji ber fêmkirina jiyanê pêwîstî bi xwendînê dibine. Ciwanên vê demê waxtê xwe zêdetir li ser telefonan derbas dikin.” Heman demê Dilo da nişandan di jiyanê de ferqa jin û xortan nine. Dilo bi vî rengî axaftina xwe berdewam kir; ” Di nav jiyanê de ger mirovek bixwaze kar bide meşandin ew şerefeke ne eybe, ev çi jin be çi xort be. Pêwîst e her şaxis bi hurmet nêzikî vê bibe.”

Dilo bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir; ” Kesên ku di mal de dirûnin bi taybetî jin bila rabin dest bi karekî bikin da ku mihtacê hinek ditir nebin”

Radyo Dengê Çira Şengalê- Sena Qiranî

Show More
Back to top button