Semîner ji bo jinên Êzidî û Ereb hate dayîn

Li Şengalê jî amadekariyên 8’ê Adarê bi kelecanek mezin didome. Afîş hatine daliqandin, vexwendinên ji bo şahiya 8’ê adarê têne kirin. Dûh jî

Ji bo 8’ê Adarê roja jinên kedkar yên cîhanê tinê 3 roj mane. Bi vê boneyê bi rojane çalakî, daxwuyanî, civîn û kar xebatên amadekariyên 8’ê adarê têne kirin.

Dûh jî semînerek taybet bi boneya 8’ê adarê hate pêkanîn. semîner di pêşengtiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) de ji bo jinên Êzidî û Ereb hate pêkanîn.

Di semînerê de ev peyam hate dayîn: “8’ê Adara îsal ji bo jinên Êzidî û jinên Ereb, roja berxwedan, têkoşînê û her wiha roja hesap xwestina kujerên hemû jina ye.”

Axaftina semînerê ji aliyê Hevseroka Desteya Rêveberiya Xweser a Şengalê Riham Hiço ve hate kirin. Di semînerê de jinên Êzidî û Ereb jî amade bûn.

Riham Hiço di axaftina xwede wiha got: “Ev roj ji bo hemû jinên ji bo azadiya xwe tevdigerin roja têkoşînê û berxwedaniyê ye. Jinên têkoşer bi boneya vê rojê û ji bo mafên xwe dest bîxin gelek bedîl dan. Ger ku em îro 8’ê Adarê roja jinên kedkar pîroz dikin bi saya têkoşîna wan jina ye.”

Hiço da zanîn jina Êzidî û jina Ereb, di fermana 73’an de bi destê çetên DAIŞ’ê gelek êş kişandin û gelek bedêl da û wiha pêde çu: “Di fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de herî zêde jina Êzidî û gelek jinên Ereb bûn qûrbana wê fermana reş ku dîroka mirovahiyê de nehatiye dîtin.”

Hiço wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Cara yekemîne ku me li Şengalê 8’ê Adarê pîroz kir, tu kesê nedizanî 8’ê Adarê çiye. Lê belê ev 6 sale jinên Êzidî bûne xwedî îrade û ji bo mafên xwe têkoşîn dikin. 8’ê Adara îsal ji bo jinên Êzidî û jinên Ereb, roja berxwedan, têkoşînê û her wiha roja hesap xwestina kujerên hemû jinan û kujerên çeteyên DAIŞ’ê ye.”

ÇAVKANÎ: ŞENGAL-ROJNEWS

Show More
Back to top button