Ji saziyên civaka me yên li Ewropayê bangawazî

Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî û Sîwana Meclîsên Gundên Êzidiyan  jî daxwuyaniyek dan û bal kişandin ser zêdebûna gefên li ser Şengalê û ji bo xwedîderketina li Şengalê banga seferberiyê kirin

Di daxuyaniya Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ) de wiha hate gotin, “Li ser daxuyanî û banga Desteya Rêveber a Xweseriya Demokratîk a Şengalê, em jî weke Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî banga seferberiyê li tevahiya civaka Êzidî û gelên Kurdistanî dikin.”

Di daxuyaniyê de lihevkirina rêveberiyên Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şengalê hate bibîrxistin û hate ragihandin ku di serî de Asayîşa Êzidxanê zextên li ser saziyên xweparastin û rêveberiyê yên li Şengalê vê dema dawiyê zêde bûne û wiha pêde çu: “Bi pêşengiya jinên Şengalê, ji bo qebûlkirin û naskirina îradeya xweser a gelê Şengalê, bi rayedarên pêwendîdar re hevdîtin hatin kirin, rêya diyalogê hate ceribandin. Jinên Êzidî yên li Şengalê û derveyî welat, bi ti awayî desteserkirina destketiyên Şengalê qebûl nakin. Jinên Êzidî wê nehêlin ku êş û azarên 3’ê Tebaxa 2014’an bên dubarekirin.”

SMJÊ banga xwedîderketina li Şengalê kir.

Sîwana Meclîsên Gundên Êzidiyan jî bi daxuyaniyekê ragihand ku lihevkirina Hewlêr û Bexdayê ne peyman e, lê belê ferman e û wiha dewam kir, “Armanca wan jî ew e ku gelê me yê Êzidî yê ji ber şûrên qirkirinê rizgar bûye û ev 6 sal in ji xwe re îradeyek ava kirine, pergalek xweser û azad damezrandine, vê yekê ji holê rakin, îradeya wan a xweser bişikînin û qirkirina neteweyî temam bikin.”

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Divê ev xemsarî û bêberpirsiyarî ji nava me rabe, weke em her car sozê didin şehîdên xwe, Rêberê xwe, divê em li wan sozên xwe xwedî derkevin û ne kêlîkê, belê her dem bi ruhê wan sozên xwe ve bijîn! Mam Zekî Şengalî, Egît Civyan û pir hevalên leheng hîn duh bû ji nav me ve bar kirin, çûn koça dawî! Encex wisa em karibin ji wan plangeriyên malxerab ên nevdewletî re bibin bersiv û layiqî şehîd û rêberê xwe bin.”

Show More
Back to top button