Li ser medya mecazî kampanya “HandsOffShingal”

Kurd li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat dijî gef û hewldanên êrîşkirina ser Şengalê, bi hashtaga “HandsOffShingal” ango destê xwe ji Şengalê bikişin, nerazîbûn nîşana peymana Bexda-Hewlêrê ya li ser daxwaza PDK’ê û Tirkiyeyê dan

Bi hezaran bikarhênerên Twitterê ji ber hewldanên êrîşkirina li ser Rêveberiya Xweser a Şengalê û şervanên YBŞ-YJŞ û Asayîşa Êzîdxanê, bi hashtaga, “HandsOffShingal” nerazîbûn nîşandan û daxwaza naskirina Rêveberiya Xweser a Şengalê kirin.

Rojnews bal dikşîne ser ku gelek bikarhênerên Twitterê bi şîroveyên wekî, “Mirovên xwedî wijdan divê, Şengal bi tenê nehêlin”, “Ji fermana 74’an re bêje raweste”, “Êzîdî Nûnertiya Kurdê resen dikin”, “Banga 24 saetan de çekên xwe berdin, bajêr terk bikin, banga fermaneke nûye”, “Destên xwe yên qirêj ji ser Şengalê bikişin, ew bi tenê nîne, divê hemû Kurd û azadîxwaz piştgirî bidin daxwazên gelê Şengalê” piştgirî bidin rêveberiya xweser û hêzên parastina Êzîdxanê.

Hashtag bi zimanê Înglîzî bû, şîrove di serî de bi Kurd, bi Tirkî, Îngilîzî, Erebî û Farisî hatin parvekirin.

Heman nuçeyê de bal tê kişandin ku hikûmeta Federal a Iraqê di çarçoveya peymana Bexda-Hewlêrê (PDK) de şeva 9’ê Adarê 24 saet dem daye asayîşa Êzîdxanê ji bo çekên xwe deynin û ji bajêr derkevin.Piştî vê tehdîtê MXDŞ bi awayeke awarte civiyaye û daxwuyaniya xwe daye.

ÇAVKANÎ: ROJNEWS

Show More
Back to top button