‘PDK û Iraq ji bo şopên jenosîdê ji holê rakin, Êzîdiyan derdixin derveyî welat’

Hevserokê Meclîsa Gel ya Sinûnê Xwedêda İlyas diyarkir dibin navê cûda de Êzîdiyên ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar bûne derbasê derveyî welat dikin û dibêje: “Ji bo şopên qirkirina civaka Êzidî ji holê rabikin, Êzîdiyên ji destê çeteyên DAIŞ’ê tên rizgarkirin, dibin derveyî welat û ji Şengalê dûr dixin. Lê mafê wane li Şengalê bên paratin ne li derve.”

8 sal li ser fermana 3’yê Tebaxê ya ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê û hevalbendên wê ve li ser civaka Êzidî de hatiye. Di encama fermanê de bihezaran Êzidî hatin qetilkirin û bi komî hatin bin ax kirin, bihezaran jin û zarok hatin revandin û di bazarên koleyan de hatin firotin. Bi hezaran kes jî koç kirin. Piştî hewldana qirkirina fizîkî ya Êzîdiyan, niha jî qirkirineke spî li ser Êzîdiyan pêktê û Êzîdiyên (jin û zarok) ji destê DAIŞ’ê bi destê şervanên Kurd hatine rizgarkirin ji Şengalê dûr bixin û bi taybet bibin Ewropa. Ev jî dibin navê saziyên navnetewî yên mirovî de têkirin. Lê Şengalî vêya weke, ‘Ji holê rakirina şopên qirkirinê’ dibînin.

Bi nêzbûna salvegera 3’yê Tebaxê re Hevserokê Meclîsa Gel a Sinûnê ya Şengalê Xwedêda İlyas li ser polîtîkayên hêzên navnetewî, Iraq û PDK’ê ya li ser civaka Êzidî ji ajansa me re axivî.

‘Naskirina jenosîdê wê pêşî li naskirina mafên madî û manewî veke’

İlyas bi nimûneya jenosîdkirina Yahudiyan dest bi axaftina xwe kir û got: “ Piştî sed salî jenosîda Yahûdiyan hate naskirin. Yahûdî jî piştî naskirina jenosîdê madî û manewî daxwaza mafê xwe kirin. Şengal jî di rewşeke wiha de ye. Eger jenosîd bê naskirin, dê hesab jî were pirsîn.”

‘Eger jenosîd were naskirin dê PDK û Iraq werin cezakirin’

Li ser helwesta Iraqê ya di mijara qirkirina Êzîdiyan de jî Xwedêda İlyas van rexneyan kir: “Li Elmanyayê jenosîda Êzîdiyan hate naskirin, lê li Iraqê hîn gavek jî ne hatiye avêtin. Hikûmeta Iraqê li beramber Şengalê gelekî bê helweste. Dewleta Iraqê û PDK baş dizanin, eger jenosîda Êzîdiyan were nasîn, dê ew werin cezakirin. Ji ber li Mûsilê hêzên Iraqê û PDK hebûn. Me jî pişta xwe da pêşmergeyên PDK’ê. Lê dema ferman hate serî gel ew xelkê me ne parastin. Yên bûn sedema fermanê ne hatin dadgehkirin. Bi dîtina min ji ber vê ev naxwazin ‘Jenosîd’ were naskirin.

‘Êzîdiyan derdixin welatên Ewropa, ji bo nîşaneyên fermanê ji holê rakin’

Hevserokê Meclîsa Gel a Sinûnê ya Şengalê Xwedêda Ilyas di axaftina xwede îşaret bi xaleke gelekî girîng û balkêş kir û got: “Yên ji destê DAIŞ’ê rizgar dibin û vedigerin Şengalê, dibin navê ‘Mafê wane’ derdixin derveyî welat. Dibêjin, pêwîste li Şengalê nemînin. Bi dîtina ev bi armanca ji holê rakirina şopên jenosîdê tê kirin. Hewl didin nîşaneyên fermanê û şopên wê ji Şengalê derbixin. Wan dişînin Fransa, Elmanya û welatên din. Qey mafê wan nîne, hesab bipirsin û bigihijin mafên xwe? Qey mafê wan nîne, li ser axa xwe bên parastin û di  nava aramiyê de bijîn?”.

‘PDK û hikûmeta Iraqê hewl didin şopên jenosîdê ji holê rakin’

Xwedêda İlyas dazanîn hinek saziyên (mûnazama) ji Herêma Kurdistanê diçin Şengalê, hewl didin rewşê berovajî bikin û got: “Mûnazamayên ji Herêma Kurdistanê tên Şengalê, pêvajoyê serobinê diidn. Lê hinek jî ji derve hatine hewl didin karek baş bikin. Lê piraniya wan baş kar naxebitin. Erka wan ewe ku rastiya êrîşên li ser Şengalê berovajî bikin. Lê di rastiyê de erka wan ewe ku qirkirina li ser civaka Êzidî pêk hatiye, bigihînin cîhanê ye. Eger ji bo vêya kar kiriban, dê gelek pêşketin di vî alî de pêkhatiba. Lê di rastiyê de ew naxwazin werin darizandin. Civaka Êzidî dizane ew mafdarin û yên din neheqin.”

İlyas di dewama axaftina xwede rexneyên tund li Iraqê girt û wiha pêde çû: “Ma DAİŞ ji kûderê derket, ne ji ezmanan daket, ne Efganîstanê hate vir! Nîvê wan zêdetir Iraqî bûn. Yên jenosîdê pêkanîn piraniya wan ji Tilaferê, Xatûnî û Mîtewta bûn. Divê Iraq vana dadgeh bike û hesab bipirse, da ku dewletên din jî heman tiştî bikin. Helbet eger jenosîd bê qebûlkirin, wê dewlet hesabê bide. Wê derkeve kê têde cih girtiye û rola kê heye. Lê li beramber Êzîdiyan rola kerr, kor û lal dilîzin.”

 ‘Pêwîste civaka me ya Êzidî fermanê ji bîr neke û nede ji bîr kirin’

Hevserokê Meclîsa Gel ya Sinûnê Xwedêda İlyas bangeke girîng li Êzîdiyan kir û ji wan xwest fermanê ji bîr nekin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em dengê xwe digihînin miletê Êzidî. Divê roja 03’ê Tebaxê neyê ji bîr kirin. Ne tinê tiştek qewimî û derbas bû. Berovajî divê ev ferman neyê ji bîr kirin. Heya îro jî rojekê hesab ji kesekê ne hatiye xwestin. Ji yên fermanê de cih girtin, vir ne parastin û reviyan ti kes hesab nepirsî. Li beramber me rola kerr, kor û lal dilîzin. Divê em vê rojê nedin ji bîr kirin.”

BÊRÎVAN ŞENGALÎ /ROJNEWS

Show More
Back to top button