Xelata xwe pêşkêşî şervanên YJŞ’ê kir

Bi boneya 69’emîn salvegera damezirandina Komeleya Afretên Kurdistanê Endama Desteya Rêveberiya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) Ronak Mecîd hate xelatkirin û Ronak Meclîd xelata xwe pêşkêşî şervanên Yekînêyên Jin yên Şengalê (YJŞ) kir

Şaxê Komeleya Afretên Kurdistanê ya Germiyanê ku ser bi Hizba Komunîsta Kurdistanê (Hizba Şîu) ye, duh êvarî bi merasîmekê li navçeya Kelar a Germiyanê bi boneya 69’emîn salvegera damezirandina xwe 20 jin ji ber kar û xebatên wan xelat kir.

Endama Desteya Rêveberiya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) Ronak Mecîd yek ji wan jinên hatîn xelatkirin bû. Ronak Meclîd piştî wergirtina xelata xwe axivî û got: “Ez vê xelatê pêşkêşî Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) dikim. Ji ber ku têkoşînek dijwar ji bo azadiya jinan meşand û karî mînakek xweşik di warê siyasî, rêveberin û parastinê de nîşanî hemû cîhanê bide.”

Ronak Meclîd spasiya Komeleya Afretên Kurdistanê jî kir û got: “Di sala 1991’an de û piştî raperînê me karî li Germiyan li gel hejmarek hevrêyên xwe ji bo azadiya jinan têkoşînê bikin. Niha jî hejmarek jin vê xebatê li Komele berdewam dikin. Ev xelat ji bo min gelek nirxê xwe heye. Ji bo min xelata herî mezin e.”

Ronak Mecîd di sala 2018’an de ji Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) ji bo hilbijartina Parlamentoya Iraqê namzeta Hevpeymana Nişfê Nû bû. Niha Endama Desteya Rêveberiya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) ye.

ÇAVKANÎ: ROJNEWS

Show More
Back to top button