Komîteya Tendûristiyê ya Şengalê: Li hemberî sûcên şer ên dewleta Tirk bêdeng nemînin

Komîteya Tendûristiyê ya Şengalê bi boneya salvegera êrişa ser Nexweşxaneya Sikêniyê ragihand ku êrîşa li ser nexweşxaneyan û mirovên bêparastin sûcê şere, dewleta tirk, ji bo ser vê sûcê xwe bigire, îddîayên derew derxist pêş û wiha got: “Wek Komîteya Tendûristî a Şengalê bang li hemû saziyên pewendîdar û hikûmeta Iraqê dikîn, bi erka xwe rabin û lihember van sûcên şer bêdeng nebin.”

Di 17’ê Tebaxa sala 2021’an de dewleta Tirk a dagirker Nexweşxaneya Sikêniyê ya li Şengalê bi balefirên şer çar caran ser hev bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 4 xebatkarên tenduristiyê Elî Reşo Xidir, Sedo Îlyas Reşo, Hecî Xidir û Muhlîse Sîdar şehîd ketin. Her wiha 4 şervanên YBŞ’ê Hemîd Sedûn, Xidir Şeref, Ramî El salim û Meytem Xidir Xelef ên ku ji ber dermankirinê li nexweşxaneyê bûn şehîd ketin.

Komîteya Tenduristiyê ya Şengalê bi boneya 2. salvegera komkujiya Nexweşxaneya Sikêniyê daxuyaniyek belav kir.

Daxuyanî wiha ye:

“DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de li Şengalê Êzidiyan di qirkirinê re derbas kir, lê nekarî Êzdayetiyê ji holê rake û Şengalê tûne bike. Dewleta Tirk û hevkarê wê PDK’ê ji bo qirkirina Êzidiyan temam bikin, dest bi her cûre êrîşên ne exlaqî û dij mirovane kirin. Dema êrîşî civaka Êzidî kirin, ti hiqûqeke mirovî û şer nasnekirin û her cûre êrîşê ji xwe re rewa dîtin.

Di 17’ê Tebaxa 2021’an de, dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê li ber çavê hemû cîhanê sûceke nû ya mirovahiyê kir. Nexweşxaneya Sikêniyê ji aliyê balafirên şer ên dewleta Tirk ve 4 caran li ser hev hate bombebarankirin.

Di encama êrîşan de 4 xebatkarên tenduristiyê Elî Reşo Xidir, Sedo Îlyas Reşo, Hecî Xidir û Muhlîse Sîdar şehîd ketin. Her wiha 4 şervanên YBŞ’ê Hemîd Sedûn, Xidir Şeref, Ramî El salim û Meytem Xidir Xelef ên ku ji ber dermankirinê li nexweşxaneyê bûn şehîd ketin.

Li gorî Hiqûqa Cezayê ya Navnetewî, êrîşa li ser nexweşxaneyan û mirovên bêparastin sûcê şer e. Dewleta Tirk li Şengalê ne tenê sûcê mirovahiyê kir, îmze avêt bin sûceke din a şer ya li gorî qanûnên navnetewî.

Dewleta tirk, ji bo ser vê sûcê xwe bigire, îddia kir ku ev der ne nexweşxaneye, lê baregeheke leşkerî ya YBŞ’ê ye.

Lê derbarê nexweşxaneyê de gelek agahî, şahidî û dîmen derketin holê ku piştrast dikir ew der nexweşxaneyeke di xizmeta civaka Êzidî û gelê Ereb de ye. Ruxmê ku belgeyên têrker hene lê heta niha li ser vê êrîşê dewleta Tirk nehatiya cezakirin û herkes bêdenge.

Heta niha di serî de Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, Rêxistina Bijîşkên Sînornenas, saziyên tenduristiyê yên Neteweyên Yekbûyî û saziyên civaka sivîl derbarê vê sûcê mirovahiyê de lêkolînek nedane destpêkirin. Em wek Komîteya Tendûristî a Şengalê bang li hemû saziyên pewendîdar û hikûmeta Iraqê dikin, bi erka xwe rabin û lihember van sûcên şer bêdeng nebin. Ne tenê ev êrîş dibe ji sala 2017’an heta 2023, dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê 30 caran êrîşên hewayî kiriye. Di van êrîşan de pêşeng û fermandarên civaka Êzidî jî di nav de 30 kes şehîd bûne, 25 kes jî birîndar bûne. Ev êrîş heta roja meya îro jî dewam dike û dema dewleta Tirk derfet bibine êrîşên xwe pêk tîne.”

NAVENDA NÛÇEYAN-ROJNEWS

 

Show More
Back to top button