Şengaliyan bi merasîmek heybet cenazeyê şehîdê xwe spart axê

Şervanê YBŞ’ê Şervan Êzdîxan ku di encama êrişa Artêşa Iraqê ya li ser Sinûnê  û Komalgeha Dugurê de şehîd bû, bi merasimekê hate oxirkirin. Di merasîmê de Fermandarê YBŞ’ê Zekî Şengalî da diyarkirin ku ewê têkoşîna xwe a li hemberî êrîşan mezintir bikin.

Fermandariya YBŞ’ê duh bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku şervanê wan yê bi navê Şervan Êzidxan di encama êrişa artêşa Iraqê de li bajaroka Sinunê ya ser bi Şengalê şehîd bûye. Cenazeyê Şervan Êzidxan bi merasîmek heybet îro hate oxirkirin.

Cenaze  bi karwanekî wesayîtan ji Nexweşxaneya Şehîdên Xanesorê ber bi şehîgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwdan ve  hate rêkirin. Piştî ku karwanê wesayîtan gehişt  Rêye ku derbasî Şehîdgehê dibe, cenaze li serdestan û li ber tilîliyên dayîka her wiha dirûşmeyên “Ey Şehîd Xwîna te li erdê namîne, Şehîd Namirin” , birin şehîdgelê.  Cenaze bi nerasîma leşkerî a ji aliyê YBŞ’ê YJŞ’ê û Asayîşa Êzîdzxanê ve hate pêşwazîkirin.

Di merasima leşkerî de piştî deqeke rêzgirtinê liser navê Fermandariya YBŞ’ê Zekî Şengalî axivî.

Şengalî di serîde  sersaxî ji malbatên her du (Feraşîn Şengal û Şervan Êzdîxan) şehîdên di encama şerê li hemberî Artêşa Iraqê de şehîd bûne xwest û got : “Rê hevalê me Şervan,  ne hevalekî ji rêzê bû jiber ku, di perwerdikirin û rêxsitinakirina ciwanên vê civakê de rolekî wî ya girîng hebû. Li kuderê hatiba xwsetin berê xwe dida wir û heya dawî dinava têkoşînê debû ji bo rêxstinkirina vî gelî. Van fermandara ku xwe bi fikir û felsefeya rêber APO tije kiribûn,  ji bo civaka xwe canê xwe dan û  gehiştin asta şehdetê.

Şengalî bal kişanda ser  plana dewleta Iraqê ku dixwaze Şegnalê bixe bin serweriya xwe de û got: “Ee demek dirêj bû Iraqê li Şengalê tevlihevî derdixistin heya  ku zemîn ji vî şerî re çêkir û xweset bi vê êrîşê hêzên me yên parastinê , saziyên civakî  û îradeya gel tine bike. Em wekî YBŞ  ji despêkê ve biryara me biryara têkoşîn û berxwedaniya li hemberî hemû êrîşa ye. Bila her kes bizane, livir têkoşer û gelekî rêxistinkirî heya. Li vir gelek heya ku zarokên xwe fedayî axa xwe dikin heye, bila her kes vê  bibîne.  Kî êrîşî me  bike û ji kuderê be bila bibe, emê li hemberî hemû êrîşên liser gelê  me ku dixwazin îradeya me tine bikin, heya dawî tebikoşin. Di dema êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de tu kesekî bi navê artêşa  Iraqê û kesên cilê artêşê liser bin  li Şengalê de  neman û pişta xwe dana  gelê me. Bi fedakariya gerîla di wê demê de korîdor ji bo rizgarkirina gelê me hate vekirin.  Di nava van şert û mercan de, hêzekî parastina cewherî hate avakirin. Ev hêz ji wê demê heya niha gelê  xwe û tevahiya Şengalê diparêze. Tu hêzekî Iraqê li  vir nebû, despêk me rê li ber Iraqê vekir û me ew anîn  vir heya ku karibin sazî û dezgehên xwe vekin. Me ev yek kir ji bo ku  tu piskirêk dinavbera mede dernekeve.”

Şengalî di dewama axaftina xwe de got: “Piştî zêdetir ji 7 salan ku me bi sedan şehîd dayîn, qehremanên  weke Şehîd Berxwedan, Zerdeşt , Seîd, Dijwar, Xidir û hwd….  li vir canê xwe dan. Emê çawa pişta xwe bidin van qehremanan. Iraq niha dibêje, ‘Şehîdên we sersera û serçava lê hunê îradeya civaka Êzidî teslîmî me bikin’  gelê me û îradeya civaka me ji bo me xetên sorin. Herkesê bixwaze êrîşî ser destkeftiyên gelê me bike û  îradeya civaka me bişkîne ewê hêzên,YBŞ, YJŞ’ê û Asayîşa Êzdîxanê lihimberî xwe bibînin.

Me wek YBŞ ji despêk de nexwesetiye tu pisgirêk di navbera me û Iraqê de derkeve, me herdem xewestiye pisgirêkên Şengalê bi rêya diyalogê bên çareserkirin. Xweseriya Şengalê, hêzên me yên parastin ku mafê meyê rewane, ji xwere pisgirêk dibînin. Divirde xuya dibe  ku dewleta Iraqê dikeve bin bandora hin aliyên derekî, taybet jî PDK’ê ku hevkarê dewleta Tirk a dagirkere.”

‘Emê li ber xwe bidin’

Di dawiyê de Fermandarê YBŞ’ê Zekî Şengalê da diyakirin ku Iraq li ser civaka me tan û topan û hemû çekên giran bikartîne, lê îradeya me ji polaye û tu kes nikare îradeya me bişkîne.

Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Azad Hisên axivî û got; “Sekna me ya li vir  ku em karin li hev kom bibin, hemû bi keda şehîdaye. Di dîrokê de  gelek pêşengên civaka me ji aliyê  dewleta Tirk ve hatine qetilkirin.  Dijminê vê olê gelekin, pêwîste hemû aliyên siyasî û leşkerî ku niha li Şengalê ne û xwe  liser navê Êzdiyan nîşan didin bibin xwedî helwest, îro li serê meye sibe li ser weye jî . Pêwîste ev şer wek şerê li himberî asayîş,YBŞ û YJŞ’ê neyê dîtin. Ev şer li himberî îradeya civaka Êzidiye.”

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ)  Kinê Xidir jî got : “Şervan serê xwe di rêya Tawisî Melek da,  wê bi hezaran ciwanên me ji şûna wî derkevin û çeka wî wê li erdê nehêlin. Me di vî çiyayî de bi sedan qehremanên weka Şervan dane. Lê me îradeya xwe teslîmî tu kesekî nekiriye û emê nekin jî. Em ji tevahiya cîhanê re didin diyakirin , di serîde Hekûmeta Başûr, Dewleta Tirk û Iraqê û çi hêza din be bila bibe emê her li ser şopa şehîdên xwebin û dest ji tu kesekî re danaynin.

Ev destkeftiyên me ku bi xwîna şehîdan hatine avakirin û axa ku bi xwîna şehîdan hatiye rizgarkirin ,emê teslîmî tu kesekî nekin û heya dawî emê xwe û destleftiyên xwe biparêzin.”

ROJNEWS-ŞINGAL

Show More
Back to top button