Li Şengalê semînera 4’ê Nîsanê: Ev roja destpêkirina jiyanê ya hemû gelên azadîxwaze

TAJÊ û Komîteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser li Serdeşta Çiyayê Şengalê bi boneya Rojbûna Rêber Öcalan 4'ê Nîsanê semînerek dan. Di semînerê de hate diyarkirin ku roja 4'ê Nîsanê roja, destpêkirina jiyanê ya hemû gelên bindest û azadîxwaze.

Bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan Komîteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser û TAJÊ li şehîdgeha Şehîd Dilgeş û şehîd Berxwedan ya çiyayê Şengalê semînerek ji bo gel dan. Di semînerê de li ser girîngiya hebûna Rêber Apo ya ji bo gelên bindest û têkoşîna azadiyê ya jinan û hemû gelên azadîxwaz hate sekinandin. Di semînerê behsa girîngiya pêngava azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan hate kirin û daxwaza bilindkirina têkoşîna ji bo azadiya wî hate kirin.

Semîner ji aliyê Endama Kordînasyona TAJÊ Dayê Şemê Remo û Endamê Komîteya Perwerdeyê ya Şengalê Qasim Şoreş ve hate dayîn.

Destpêkê endamê Komîteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser ya Şengalê Qasim Şoreş axivî û 4’ê Nîsanê wek roja jinûve jiyana gelên bindest bi nav kir û destnîşan kir ku 4’ê Nîsanê rojeke bi wateye û got: “Roja rûmet, şeref û namûsêye. Roja ku Rêber Apo çavê xwe li dinyayê vekir, destpêka serdemeke nû ji bo hemû gelên azadîxwaz vekir. Roja serî rakirina li ber koletiyêye.”

Her wiha di semînerê de endama Kordinasyona TAJÊ’ê Şemê Remo jî îşaret bi siyaseta qirêj a dewleta Tirk a li ser civaka Êzidî kir û ji civakê jî xwest, li hember siyaseta şerê taybet hişyar be.

Piştî axaftinan sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna Rêber Apo hate temaşekirin û semîner bi dirûşmeya, ‘Bê Serok Jiyan nabe’ bi dawî bû.

ŞENGAL/ROJNEWS

Show More
Back to top button