‘Ji bo azadiya Serok Apo em rabin ser xwe’

Endam û rêvebirên Meclîsa Gel a Zorava bang li şêniyên Şengalê kirin ku di salvegera komploya 15'ê Sibatê de ji bo azadiya Rêber Ocalan çalakiyên xwe geş bikin û gotin: " Hebûna Serokatî hebûna gelên bindest e. Em rabine ser xwe, pişta Serokatî xurt bikin ku em karibin Serokatî azad bikin.''

Bi nêzbûna salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, li Şengalê jî di serî de civaka Êzidî hemû gelên Şengalê lez dane çalakiyan ji bo azadiya Rêber Ocalan. Endam û rêvebirên Meclîsa Gel a Zorava jî bang li hemû civaka Êzidî kirin ku di salvegera komploya 15’ê Sibatê de bi armanca şikandina tecrîdê û azadiya Rêber Abdullah Öcalan çalakiyên xwe mezin bikin.

Endamê Meclîsa Gel a Zorava Nemir Pûko diyar kir ku ji bo hemû gelan tiştê herî esasî ew e, xwedî li rêbertiya xwe derkevin û got: “Di 15’ê Sibatê de komployeke mezin li ser Serokatî çêbû, ne tenê dewleta Tirk li Kenyayê Serokatî da girtin. Gelek dewletên dinyayê bi dewleta Tirk re şirîkatî kirin. Hedef û armanca wan ew bû.”

Desthilatdarî hebe berxwedan jî heye’

Nemir Pûko destnşankir ku xwedîderketina li Rêber Ocalan xwedîderketina fikrê azadî û wekheviyê ye û wiha berdewam kir: “Serokatî dixwest wekhevî ji me re çêke. Ne ku kapîtalîzm însanan genî bisiklet, en binest bisiklet. Em weke civaka Êzidî azadî û aşitiyê ji hemû gelên bindest re dixwazin. Wê li hemberî desthilatdariyê çalakvan jî diyar bin, wê şoreşger jî diyar bin. Ne tenê Serokê Gelê Kurd Abdullah Öcalan, li dinyayê li hemberî desthilatdariyê pêşengên gelan ên weke Nelson Mandela, Gandî, Ernesto Che Guevera jî rabûn û xebat ji bo gelên xwe kirin. Her cihê ku desthilatdarî lê hebe wê berxwedan jî hebe.”

‘Em bi çalakiyên xwe Serokatî azad bikin’

Hevserokê Meclîsa Zorava Mirad Şengalî jî bang li ciwanên Êzidî kir, daku di salvegera komploya 15’ê Sibatê de çalakiyên xwe gur bikin û wiha got: “Serokatî ne însaneke ji rêzê ye, Serokatî ew kes e ku gelên bindest radike. Serokatî were tunekirin gelên bindest jî namînin, hebûna Serokatî hebûna gelên bindest e, bi taybet jî hebûna civaka Êzidî ye. Em rabine ser xwe, pişta Serokatî xurt bikin ku em karibin Serokatî azad bikin. Serokatî azad bibe ji xwe em jî azad dibin.”

Show More
Back to top button