Jinên Şengalê xwe perwerde dikin 

Jinên Êzidî di bin pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) de xwe perwerde dikin û diyar dikin ku wê bi xwe  rêxistinkirinê pêşî li fermanên nû bigirin

 

 

Piştî fermana 3’yê Tebaxa 2014’an jinên Êzidî yên li Şengalê di her warî de xwe bi rêxistin dikin û xwe pêş têxin. Niha jî Jinên Êzidî di bin pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) de xwe perwerde dikin û diyar dikin ku wê bi xwe  rêxistinkirinê pêşî li fermanên nû bigirin. Perwerde li akademiya xweser a jinan tê dayîn.

Jina bi navê Caglîn Hesen  di serî de kêfxweşiya xwe ya ji bo perwerdeyê anî ziman û got :”Em dizanin çiqasî perwerde ji bo tevahiya civakê û bi taybetî jinên Êzidî girîng e. Em pir kêfxweşin ku em li ser axa xwe ne û ji bo carekî din rastî fermana neyên xwe perwerde dikin.”

Caglan Hesen  fermana 3’yê Tebaxa 2014’an  a ku bi  hezaran keç û jinên Êzidî tê de hatin revandin bibîr xsit û wiha doman: “Em dizanin ku  hewqas kes ji me hatine qetilkirin û bi hezaran jin li bazaran hatine firotin ji bê perwerdeyê ye. Eger em wek nihe di perwerdeyê re derbas bibûna wê encamên fermanê ne wiha bûna.”

Jina ciwan a bi navê Delal Berekat  jî got:“Li Şengalê bi sedan keç û xortên me xwe li ser fikrê serokatî perwerde kirine û  axa xwe diparêzin. Me bi van perwerdeya karî hebûna xwe bidin avakirin. Ji ber em herdem rastî ferman û bindestiyan dihatin ji bê perwerdeyî bû. Em wek civaka Êzidî çiqasî  perwerdeyê bibînin bi rastî  kême, ji ber gelek zilim li me hatiye kirin  û kes li me xwedî derneketiye. Pêwîste em  pişta xwe bi  kesî girê nedin û xiyaneta ku PDK’ê li me kirî  dersê  jê bigirin.”

Delal Berekat bang li jin û ciwanên Êzidî  kir û axaftina xwe bi van hevokan bi dawî kir: “Tiştê dikare rê li  ber fermana bigire xwe rêxistinkirine. Ji bo em rêxistina xwe xurt bikin, pêwîste ciwanên me girîngî bidin perwerdeyê. Em bang li ciwanên xwe ku di nava kempan dene dikin vegerin ser axa xwe û li Şengalê xwedî derkevin.”

ROJNEWS-ÎBRAHÎM ÊZDÎN

Show More
Back to top button