Li Borikê dewreya perwerdeyê ya Şehîd Mejdel bi dawî bû

Civaka Êzidî ji bo pêşxistina sîstema xweseriya Demokartîk û pêşî girtina liber fermana xebatên xwe yên perwerdeyê didomînin. Li ser vî esasî dewreya Perwerdeya Şehîd Mejdel ku ji bo sazî û rêxistinên komalgeha Borik hatibû vekirin bi dawî bû. Berpirsê Komîteya Perwerdeya Şengalê Qasim Xwedêda bang li tevahiya civaka Êzidî kir da ku xwe liser fikrê Rêber Ocalan rêxistin bikin.

Bi vegera gel a liser warê xwe Şengalê re, Komîteya Perwerdeya Rêveberiya Xweser kar û xebatên xwe yên perwerdeyê berfirehtir dike. Li ser vî esasî li tevahiya sazî û dezgehên rêveberiya xweser dewreyên perwerdeyê vedike.

Di çaroveya xebatên xwe rêxistinkirinê de û li ser esasê pêşxistina pergala Neteweya Demokartîk de li komalgeha Borik dewreya perwerdeyê ya binavê Şehîd Mejdel ku ji bo endamê sazî û rêxistinên Borik hatibû destpêkirin bi dawî bû.

Perwereya ku 14 rojan dewamkir îro bi sondxwarina endamên dewreyê bidawî bû.

Piştî endam di pilatforma re derbas bûn, ji bo pêşxistina asta kar, erk û berpirsiyariyên xwe li ser bîr û baweriyên Êzidîtayê sondxwarin.

Hevseroka Meclisa Borik Welat Cano ji ajansa me re da diyakirin ku wan xwest asta kar û xebatên xwe yên ji bo xizmeta gelê Borik berfirehtir bikin û got: “Di van deman de gelê me vedgire ser axa xwe, ji bo xizmeta vî gelî bê kirin pêwîstiya me bi xwe rêxistinkirinê heye. Lewma me ev dewreya perwerdeyê da destpêkirin. Perwerdeya me ku 14 rojan dewam kir 20 kes ji sazî û rêxistinên Borik beşdar bûn. Em dixwazin gelê me jin, zilam û her kesek xwe li ser firkê Rêber Apo perwerde bike, ji ber ku tenê ev fikir dikare me ji fermana xilas bike.”

Berpirsê Komîteya Perwerdeya Şengalê Qasim Xwedêda jî got: “Civaka me pêwîstiya wê bi rêxisitnkirinê heye, ji bo em karibin asta xwe rêxistinkirinê pêş bixin, em li hemû sazî û dezgehên xwe dewreyên perwerdeyê vedikin. Perwerdeya me ya li Borik bi serkeftî bi dawî bû. Em herdem deyndarên Rêber Apo ne ji bo ku ev fikir pêşkeşî me kiriye û em xwe liser perwerde dikin. Em bang li tevahiya gelê xwe dikin xwe ji perwerdeya dûr nedin ji ber ku dijminê me gelekin û kengê ew derfet bibînin wê me di qirkirina re derbas bikin. Ji bo em karibin di her alî de xwe rêxistinbikin û bi rêve bibin, pêwîste em giringî bidin perwerdeyê.”

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button