Şaneya Ragihandinê ya Iraqê êrişa ser Şengalê şermezar kir

Şaneya Ragihadinê ya Ewlekariyê ya Iraqê êrişa dewleta Tirk a dagirker ya li ser Şengalê şermezar kir.

Duh derdora saet 14:00’an balafira bêmirov a dewleta Tirk ya dagirker, di roja yekemîn a rojiyên Êzî de êrişî wesayîta Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel Xwedêda kir.

Di wesayîtê de ku zarokên Merwan Bedel jî hebûn, Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel şehîd bû.

Şaneya Ragihandinê ya Ewlekariyê ya Iraqê derbarê êrişa dewleta Tirk ya li ser Şengalê de daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin; “Em bi tûndî êrişa dewleta Tirk ya li ser wesayîta sivîlan ku di encamê de welatiyek bê guneh ê niştecihê Komelgeha Xanesorê şehîd bû, şermezar dikin. Em sersaxiyê ji malbata şehîd Merwan Bedel re dixwazin.”

Şaneyê di dewama daxuyaniya xwe de destdirêjiya li ser xaka Iraqê bi tûndî redkir û ji bo çareseriya pirsgirêkan bang kir; “Take rêya çareseriya pirsgirêkan, rêya aştî, dîplomasî û diyaloge.

ROJNEWS-NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button