YJŞ’ê beşdariya xwe ji bo kampanya ‘Li Dijî Qirkirina Jinê Bibe Dengê Xwe Parastinê’ ragihand

YJŞ'ê piştevaniya xwe ji bo kampanya 'Li Dijî Qirkirina Jinê Bibe Dengê Xwe Parastinê' ku ji aliyê tevgera jinên Êzidî ve hatiye destpêkirin ragihand û bang li jinan kir ku li hemberî her cure êrişan bisekinin, yekîtiya jinan ava bikin û zilma heye ji kok ve têk bibin.

Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) bi daxuyaniyekê piştevaniya xwe ji bo kampanya ‘Li Dijî Qirkirina Jinê Bibe Dengê Xwe Parastinê’ ku ji aliyê tevgera jinên Êzidî ve hatiye destpêkirin ragihand.

Daxuyaniya YJŞ’ê wiha ye:

“Di serî de em weke Yekîneyên Jinên Şengal (YJŞ) kampaniya ‘LI DIJÎ QIRKIRINA JINÊ BIBE DENGÊ XWE PARASTINÊ’ ku ji aliyê tevgera jinên Êzidî ve hatîye dest pêkirin silav dikin.

Wek tê zanîn di dîroka mirovahiyê de hertim jin xwedî tayîbetmendiya parastin, avakirin û nubunane. Li hemberî her cure êrişên li ser civakan pêş ketine jin buye xwedî sekinek berxwedêr û di heman demê de li hemberî dijmin pêşengtî ji civakê re kiriye. Bi sedan jin bi fedekariya xwe, serhildêrî û berxwedana xwe navê xwe li dîrokê de nivîsandiye. Hertim jin buye parastvana çand, bîr û baweriya civakan. Ger hinek tişt heya roja meya îro maye, gelek tiştên me yê çandî hatine parastin bi keda jin mane û heya niha tên parastin. Dijmin vê sekina jin ya bi rumet hezim nekir û bi hin fêlbazîyên xwe, xwest jin li bin sîha xwe de bihêlê. Dema dît bi vê yekê jî nikare bi jinê, vê carê di civakê de ji bo jin bêbandor bike, bi awayekî bi hov û derveyî exlaqê civakê êrişî hebuna jin kir. Bi van êrişên bêbext re xwestin hebuna jin di civakan de tine bihesibînin û weke ku jin tiştekî ne hêjayî ye bidin dîyar kirin.

Mînaka vê ya berbiçav jî rastîya jinên Êzidî di sala 2014’an de jîyan kirîye. Dema êriş li ser civaka meya Êzidî pêş ket esas ruyê dijminê jinê di wê demê de pir baş diyar bu û li hemberî kuştin, revandin û tecawiza jinên Êzidî cîhan bêdeng ma. Duh jinên Êzidî îro jî jinên Efganistan û Filîstînê bi vê rastîya zilamê serdest re ru bi ru dimîne. Lê belê dijminê hemu jinan wekhevin. Ji bo hemuya jin tenê amurek bi karanînêye û dikare jinê bikuje, bi revîne û tecawiz bike lê ne xeme. Îro bi rêxistinên jinan ve êriş çi dibe bila bibe nikarîn hebuna jin tine bikin. Îro jî bi heman zihniyeta serdestî bi awayek bê exlaq êrişî jin dikin, êrişî vîna jin dikin û dixwazin jin ji rastî û cewherê wê derxînin. Bi taybetî jî li bin navê namus de kuştina jina meşru kirin heye. Sedema van hemu êrişên wan rastiya wan ya qirker ewe ku tirsa wan ji jinê heye. Dîsa tirsa wan ji hêz û tekoşîna jinan heye. Ji ber ku dijminê jinan bi xwe jî dibîne jin êdî xwedî îrade ye û qedera jêre hatî dîyar kirin qebul nake û li hemberî vê jî serî hildaye. Mînaka vê jî tekoşîna YJA-STAR, YPJ, HPJ û YJŞ ye.

Weke jinên Êzidî jî em xwedî wê dîrokê ne ku ticarî li hemberî zordestiya li ser me tê ferz kirin me serî ne tewandîye. Me ev sekin ji pêşengên xwe Xatuna Fexra, Meyan Xatun, Zerîfa Osê girtiye û roja me ya îro de jî em bi sekna Bêrîvan, Zîlan Ezda û Şayanan li hemberî ev tundiya li ser jin tê meşandin disekinin û berxwedidin.

Esas kampaniya ku hatiye dest pêkirin jî ewe ku em hemu weke jin li hemberî her cure êrişan bisekinin yekîtiya jinan ava bikin û zilma heye ji kok ve têk bibin. Li ser van esasan em weke YJŞ beşdariya xwe ya ji kampanîya ‘LI DIJÎ QIRKIRINA JINAN BIBE DENGÊ XWE PARASTINÊ’ radigîhînin. Û em hertim hazirin li ku derê dibe bila bibe li hemberî her cure êrişên li ser jin çêbibin bersivek tund bidin neyarê jinan.

Em bawerin bi vê kampaniyayê em hemu êrişan vala derxinin û azadiya hemu jinan misoger bikin.

Bimire Tundutijiya Li Ser Jinan

Na Ji Qirkirina Jinê Re

Bijî Yekitiya Jinan

Jin Jiyan Azadî”

 

Show More
Back to top button