Jinên Êzidî bi boneya 8’ê Adarê serdana şehîdgehê kirin

Jinên Êzidî ji bo bîranîna şehîdên jin yên di ber parastina Şengalê de canê xwe feda kirine, bi pêşengtiya TAJÊ û Yekîtiya Jinên Ciwan yên Şengalê serdana Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan kirin û gul danîn ser gorên şehîdên jin.

Çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê yên bi pêşengtiya TAJÊ û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê dewam dike. Bi armanca bîranîna şehîdên jin yên ji çar parçeyên Kurdistanê yên li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan ya li Serdeşta Çiyayê Şengalê, jinên Êzidî serdana şehîdgehê kirin.

Di şehîdgeha ji sala 2014’an ve hatiye avakirin de, zêdeyî 18 şehîdên jin ên ji çar parçeyên Kurdistanê heye. Jinên Êzidî ji bo bîranîna şehîdan îro gul bi komî serdana şehîdgehê kirin û gul danîn ser gora şehîdan.

SERDEŞT-ROJNEWS

07/03/2024 Demjimêr 18:27

Show More
Back to top button