MXDŞ: Metirsiya êrişên nû li ser Şengalê heye

Meclisa xweseriya Demokratîk a Şengalê bi daxuyaniyekê da diyakirin ku ji 22’ê Tebaxê de bê navber balefirên dewleta Tirk li ser Şengalê digerin. Meclisê got, Ji pêkanîna her êrîşeka hewayî ku liser Şengalê pêk were, hikûmeta Iraqê berpirsyare û banga helwestê li Koneseya Ewlekariya Navdewletî kir.

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi daxuyaniyekê balkişand ser liv û tevgera balefirên dewleta Tirk ên li ser asîmanê Şengalê û diyarkir metirsiya êrişên nû yên Hewayî li ser Şengalê hene.

Daxuyaniya Meclîsa Demokartîk a Şengalê ya li ser mijarê wihaye;

“Di vê meha Tebaxê de ku civaka me rastî fermana hatiye, ji ber êrîşên  dewleta Tirk a dagirker me gelek pêşneg ji dest dane. Di vê mehê de dewleta Tirk a dagîrker liv û tevgera xweya hewayî li ser Şengalê zêdekiriye. Taybet ji 22’yê Tebaxê de bê navber balefirên bê  mirov yên dewleta Tirk  bi berdewamî û hin caran balefirên şer li ser Şengalê digirin. Em ji raya giştî re didin xuyakirin, ji encamdana her êrîşeka hewayî ku gelê me û hêzên me yên parastinê bike hedef, hikûmeta Iraqê  berpirsyare. Ji dema peymana 9’ê Cotmehê heya nehe, Iraqê  bi hinceta pêkanîna peymanê bi sedan leşkerên xwe li Şengalê bicihkirin. Lê wan heya nehe jiber êrşên hewayî dengê xwe nekirine û nekarîne Şengalê biparêzin.

Di bin serweriya Hêzên artêşa Îraqê de dewleta Tirk êrîşî ser Şengalê dike. Seîd Hesen, Zerdeş Şengal, Merwan Bedel û bi dehan hevalên me li ser axa Iraqê hatine hedef girtin. Ruxmê ku ev hevalên me ji bo  parastina Iraqê kar û xebata dane meşandin, lê Iraqê li himberî hedefgrtina wan bêdeng maye.  Heya nehe li Şengalê gelek caran cihên sivîlan hatine hedef girtin û heya zarokên biçûk şehîd ketine . Ev bêdengiya Iraqê jî dibe sedema dubarebûna van êrîşan.

Em bang li Koneseya Ewlekariya Nevdewletî dikin ji bo parastina civaka Êzidî ji êrîşên dewleta  Tirk bi erka xwe rabe, rê liber van êrîşa bigre û sinorekî ji bo binpêkirinên dewleta Tirk dayne.”

ROJNEWS-NAVENDA NUÇEYAN

Show More
Back to top button