TAJÊ: Qetilkirina her jineke pêşeng hêrsa me mezintir dike

TAJÊ bi daxuyaniyeke çapemeniyê qetilkirina jina siyasetmedar û çalakvana siyasî Firyal Silêman Xalid şermezar kir.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyeke çapemeniyê qetilkirina jina siyasetmedar û çalakvana siyasî Firyal Silêman Xalid şermezar kir û got; “Qetilkirina her jineke pêşeng hêrsa me mezintir dike.”

Nerazîbûnên li beramber qetikirina jina siyasetmedar û çalakvana siyasî Firyal Silêman Xalid li Kerkûkê berdewam dike. TAJÊ li navenda xwe ya sereke ya Sinûnê bi daxuyaniyeke çapemeniyê êriş şermezar kir û da zanîn, wê qetikirina jinên şoreşger û pêşeng gav bi têkoşîna jinan bi paş ve nede avêtin û berovajiyê wê hêrsa jinan mezintir dike.

‘Keda şehîd Firyal di têkoşîna bindestan de bêhempa bû’

Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Endama Kordînasyona TAJÊ Neam Bedel ve hate dayîn. Dayê Neam dewleta Tirk û hevkarê wê PDK’ê ji qetilkirina Firyal Silêman berpirsyar girt û got: “Firyal Silêman xwedî keda 31 salan a têkoşînêbû, cihê wê yê di doza têkoşîna azadiya gelê xwe û gelên bindest yên herêmê de bêhempa bû. Em wê birêzdarî bibîr tînin û bejna xwe li ber wê ditewînin. Tevahiya temenê xwe ji bo têkoşînê veqetandibû, herî dawî ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve beriya du rojan li Kerkûkê hate qetilkirin. Jinek li kûderê li dijî dagirkeriyê rabe, tê qetilkirin. Em weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî êrişên li ser tevahiya jinan li ser xwe dibînin. Ev ne cara yekeme ku dewleta Tirk û hevkarê wê PDK’ê gelek hevalên me hedef digirin û qetil dikin. Ew ji hêza jinê ditirsin. Divê bizanin, em jin tu carî natirsin, hûn çiqas pêşengên me hedef bigirin jî, wê cihê wan were dagirtin û hesap were pirsîn.”

Dayê Neam diyar kir, qetikirina pêşengên jin, tenê hêrsa jinan mezin dike û got: “Her pêşengek me tê hedef girtin hêz û îraeya me bi qewetir dibe û kîna di dilê me de mezintir dibe. Em neviyên Xatûna Fexra û Sitiya Êsin, rojek ji emrê me bi mîne em tola xwe ji dijmin dihilînin.”

Daxuyanî ku di salvegera êrişên dagirkeriyê ya ser Efrînê de hate dayîn, dayê Neam diyar kir, ew weke civak û jinên Êzidxanê timî li pişt gelê Efrînê ne û got: “Emê her rojek xwe ji destê wan rizgar bikin. Şengal û Rojava yekin, bila dijminê mirovahiyê baş bi zanibe ku ne Şengal bê Rojava dibe û ne jî Rojava bêyî Şengal dibe, em rihek û du cestene.  Emê bi hev re dewleta Tirk a dagirker ji wan herêman derbixin û careke din Efrîn û tevahiya Rojava vegerînin hembêza wan dayikên ku bi rojane li ser Efrîna xwe dilorînin. Dewleta Tirk niha jî li ber tunebûnê ye û roj bi roj emrê wê kurt dibe. Lewma jî niha êrişî her cihê jiyanê yê Rojava dike û dixwaze îradeya gelê Rojava dîl bigire. Lê nizane gelê Rojava xwedî vîneke polayî ye.”

Endama Koordinasyona TAJÊ Neam Bedel ji bo dawî anîna dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li Efrînê bang li saziyên mafê mirovan yên navnetewî kir, bi erka xwe rabin û got: “Li ber çavê herkesê destdirêjî li jin dikin, wan direvînin û qetil dikin. Berê niha du rojan ji ber zarokek li Hewlêrê hate qetilkirin, we hemûyan bi hev re nerazîbûn nîşan da, lê li Efrîn, Kerkûk û Silêmaniyê rojane jin û zarok tên qetilkirin, dengê we dernakeve.”

Daxuyaniya TAJÊ bi dirûşmeya, ‘Bijî Berxwedana Efrîn,Şengal û Rojava’  û ‘Şehîd na mirin’ bidawî bû

ŞENGAL-ROJNEWS

20/01/2024

Show More
Back to top button