22’yê Çileyê wê cenazeyê qurbaniyên fermanê ji bo Şengalê were şandin

Wê 22’yê Çileyê beşek ji qurbaniyên fermana 3’yê Tebaxê ku ji gorên komî yên Şengalê hatibûn derxistin û ji bo testa DNA’yê rêkiribûn Tiba Edlî ya Bexda’yê, ji bo Şengalê werin şandin û li Herdan, Qina Mihrkan û Koço’yê bispêrin axê.

Li gorî daneyên fermî di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an ya Şengalê de nêzî 5 hezar kes hatin qetilkirin û beşek ji vana ya zêde jî bi komî hatin qetilkirin. Her wiha bi hezaran jin û zarokên Êzidî hatin revandin û bihezaran kes jî koçê Başûr, Rojava û Bakurê Kurdistanê kirin. Her wiha piştre hejmareke zêde ya Êzidiyan berê xwe dan derveyî welat.

Heya niha bi dehan gorên komî li Şengalê hatine peydakirin, hîn jî gelek gorên komî yên nayên zanîn li deverên cûda yên Şengalê heye. Li gorî agahiyan gorên komî li gundê Koço, Herdan, Qina Mihrkan, Sîba Şêx Xidir û bajarê Şengalê hene. Ji vana hinek vebûne û hîn jî hinek li benda vekirinê ne. Her wiha komkujiyên ku kes jê ne fitîlîne, gorên wan yên komî jî nayê zanîn.

Li gorî daxuyaniyeke fermî ya ‘Saziya Şehîdên Iraqê’ testa DNA ya gelek qurbaniyên ji gorên komî yên Şengalê hatine derxistin, li Tiba Edlî ya Bexda’yê temambûne û ji bo bi xaksipartinê wê 22’yê Çileyê bi merasîmekî berbi Şengalê ve werin şandin.

Li gorî bernameyê wê 24’ê Çileyê li Solaxê merasîmeke hevbeş ji bo wan were çêkirin û ji wir jî berbi gundê Herdan, Koçao û Qina Mihrkan ve werin rêkirin.

Piştî sipartina axê jî wê 3 rojan ser hev li her sê gundan xêr ji bo qurbaniyan were belavkirin.

ŞENGAL-ROJNEWS

21/01/2024

Show More
Back to top button