‘Kiryarê xiyaneta Şengalê deyndarê lêborînekê ye’

Sekreteriya Meclîsa Rêveberiya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) bersiva Baregeha Barzanî da û got: “Ma Kurdek ku bi xiyaneta Şengalê û referandûmê êş nekişandiye heye. Ango kesekê ku ev kar kiriye daxwaza lêborînê deyndarê  Êzidiyan û hemû gelê Kurd e”

Sekreteriya Meclîsa Rêveberiya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) şeva borî bi daxuyaniyekê bersiva Barageha Barzanî da û wiha got: “Ev çend roj in li ser mijara danîştina Cenabê Hevserok Lahur û kesek ji hizbek din gelek axaftin tên kirin ku di demekê ye wî kesî bi xwe daxwaza civînê ji Hevserok Lahur kiriye. Di serî de divê bêjin, Cenabê Hevserok Lahur di hemû serdeman de, eger zanîbe mijarek wê aştiya civakî û aramiya siyasî dirûst bike, ti deman dudil nebûye. Heta eger li ser hebasê qurbandayîna xwe û partiya xwe ji be. Dîrok li ser vê axaftinê şahide.”

YNK di berdewamiya daxwuyaniya xwede wiha pêde çu: “Pêwîst nake, nakokiyên malbatî têkelî berjewendiyên bilind ên xelkê Kurdistanê were kirin, yan berjewendiyên xelkê Kurdistanê bibin qurbaniyên nakokiyên navxweyî yên vê partiyê.”

YNK’ê herî dawî di daxuyaniya xwe de got; “Di derbarê mijara niha tê behskirin de, divê em bipirsin gelo pirsgirêka heval Hevserok Lahur bi kesekê re heye. Gelo ya ku di encama referandumê bi ser Kerkûk, Şengal, Xaneqîn û Xurmatû de hat, li hemberî heval Hevserok Lahur bû yan, hemberî hemû gelê Kurdistanê bû? Ma Kurdek ku bi xiyaneta Şengal û referandumê êş nekişandî heye?  Yanî kesek ku vî karî kiribe, deyndarê lêborînek ya ji bo Êzidiyan û hemû gelê Kurde. Eger ev çêbû, wê demê bi heval Hevserok Lahur re rûnin û civîn jî asayiye.”

Di rojên borî de neviyê Şêx Mehmud, Mehmud Hefîd Zade hewldaye di navbera Hevserokê YNK’ê Lahur Şêx Cengî û serokê PDK’ê Mesud Barzanî de, civînek çêbibe. Piştî vê hewldanê berpirsên YNK û PDK’ê bi daxuyaniyan bersiva hev didin.

Hêjayî gotinê ye duh berpirsa dosyaya parlamento û hikumetê ya Baregeha Barzanî Amîna Zikrî bi daxuyaniyek nivîskî gotibû; “Ger hevserokê YNK’ê Lahor Şêx Cengî bixwaze bi serok Barzanî re bicive, divê destpêkê ji ber xiyaneta 16’ê Cotmeha 2017’an lêborînê bixwaze.”

ÇAVKANÎ: ROJNEWS

Show More
Back to top button