Namzetê Rêveberiya Xweser ya Şengalê Qasim Keşko bi ser ket!

Piştî encambûna hejmartina hemû dengan, Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ya Iraqê encamên hilbijartina encûmena parêzgeha Nînowayê ragihand, li gor encaman serkeftina namzetê Rêveberiya Xweser a Şengalê Qasim Keşko zelal bûye. Ev encam ji bo Şengala xweser û azad, ji bo pêkvejiyana gelên Şengalê û deşta Nînowayê wekî serkeftineke mezin tê nirxandin.

Hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê duh di 18 parêzgehan de bi beşdariya bi mîlyonan kesî pêk hat. Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê ragihandibû ku ji sedî 41 ên dengdêran çûne ser sindoqan û dengê xwe dane. Her wiha li parêzgeha Mûsilê jî rêjeya beşdariya hilbijartinan wekî ji sedî 53 hatibû ragihandin.

Yek ji parêzgehên herî girîng ên hilbijartinê, parêzgeha Nînowayê bû û ji duh ve ye çav û guhên herkesi li ser encamên hibijartina parêzgeha Nînowayê bû. Ji duh ve ye hem dengên hilbijartina giştî ya 18’ê Qanûnê hem jî dengên hilbijartina taybet a 16’ê Qanûnê ji aliyê komisyona hilbijartinê ve dihatin hejmartin.

Çav û guh li ser encamên Şengalê bûn

Civaka Êzidî û gelên Şengal jî wekî navçeyek bi ser îdareya Mûsilê, dengê xwe li parêzgeha Nînowayê bikaranîn. Bi taybet encamên Şengalê wekî nîşaneyeke xurt a hêz û daxwaza xwerêvebirinê ya civaka Êzidî û pêkhateyên Şengalê dihate nirxandin.

Wekî tê zanîn rêveberiya Xweser a Şengalê li gel hêz û aliyên siyasî yên Şengalê bi ser lîsteya Yekîtîya Gelên Nînowayê bi namzetên PADÊ ve beşdarî hilbijartinê bû. Ji duh ve ye bi taybet civaka Êzidî û hemû pêkhateyên Şengalê bi hêvî û baweriyeke xurt, bi coş û kelecaneke mezin li benda encama serkeftinê bûn.

Serkeftina Qasim Keşko ragihandin’den nefret ediyor

Piştî xilasbûna dema 24 saetan a hejmartina dengan, Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ya Iraqê saet di 18:00’an de encamên hilbijartina encûmena parêzgeha Nînowayê ragihand raya giştî. Li gorî encamên daxuyaniya komîsyonê, namzetê PADÊ yê bi ser lîsteya Yekîtîya Gelên Nînowayê Qasim Keşko, di rêza duyemîn a lîsteya giştî de ji bo encûmena parêzgeha Nînowayê hate hilbijartin.

Lîsteya Yekîtîya Gelan 45.939 deng bidest xistin

Her wiha lîsteya Yekîtîya Gelên Nînowayê ku temsîla hemû ol, bawerî û gelên deşta Nînowayê ne bi dengeke baş û temsîleke xurt derbasî encûmena parêzgeha Nînowayê bû. Lîsteya Yekîtîya Gelên Nînowayê di hilbijartinê de 45.939 deng bidestxistin. Li gor van encaman kêmanî 2 kursî li encûmena parêzgeha Nînowayê tê bidestxistin.

Gelê Ereb destekeke mezin da serkeftina Qasim Keşko

Wekî xaleke girîng, Qasim Keşko ne li ser kotaya Êzidiyan hate hilbijartin, di asta Mûsilê de beşdarî hilbijartinê bû û bi desteke xurt aciavak Êzidî û pêkhateyên Şengalê hate hilbijartin. Yek ji encamên herî girîng ê vê serkeftinê jî piştgiriya gelê Ereb ji bo Qasim Keşko ye. Gelê Ereb li herêmên xwe bi rêjeyeke bilind çûn ser sindoqan û bi dengen xwe di hilbijartina Qasim Keşko de bi roleke girîng rabûn. Ev encam yekîtiya civaka Êzidî û gelê Ereb a di nav pergala Rêveberiya Xweser a Şengalê de nîşan dide.

Ji bo xweseriya Şengalê gaveke girîng hate avêtin

Ev hilbijartin ji aliye civaka Êzidî û pêkhateyên Şengalê ve ji bo diyarkirina çarenûsa Şengalê, ji bo xurtkirina îradeya Rêveberiya Xweser, ji bo mîsogerkirina statuya Şengalê wekî hilbijartineke girîng û stratejîk dihate nirxandin. Ji ber vê rastiyê, gelê Şengalê bi serkeftina namzetê xwe Qasim Keşko ve re li hemû gund û komelgehên Şengalê daketin qadan û dest bi pîrozbahiyên serkeftinê kirin.

PDK li Şengalê binket

Ev encam di heman demê de derbeke mezin li siyaseta PDK’ê ya li Şengalê jî xist. PDK’ê ku bi deh salan e desthilatdariya xwe li ser civaka êzidî ferz dikir û nedixwest civaka Êzidî ji bin hikmê wê derkeve, di vê hilbijartinê de jî bi gef û zextan, bi dek û dolaban xwest îradeya gele Şengalê bidize, lê civaka êzid gele Ereb û hemû pêkhateyên Şengalê rê li ber vê siyasete girtin û derbeke mezin li PDK’ê xistin. Ango ev encam di heman demê de şikestina PDK’ê ya li Şengalê temsil dike.

Nîşaneya serkeftina yekîtî û tifaqa gelan

Her wiha serkeftina lîsteya Yekîtîya Gelên Nînowayê, wekî encama xebatên tifaq û yekîtîyê yên Şengalê jî tê nirxandin. Wekî tê zanîn PADÊ, YNK, Teqedûm û herî dawî jî Hereke, yekîtîya hêz û aliyên siyasî ya Şengalê ava kiribûn ku encamên hilbijartinê di heman demê de wekî serkeftina yekîtî û tifaqê tê nirxandin.

Li her derê Şengalê şahî û pîrozbahî destpê kirin

Li hemû kolanên Şengalê, di serî de jin û ciwan, hemû gele Şengalê bi coşeke mezin serkeftina xwe ya hilbijartinê pîroz dikin.

Tê payîn ku Rêveberiya Xweser a Şengalê jî di saetên pêş de derbarê encamên hilbijartinê û serkeftina namzetê xwe de daxuyaniyeke bidin rayay giştî.

Encûmena parêzgeha Nînowayê bi giştî ji 29 kursiyan pêk tê ku piştî paytext Bexdayê, ew hejmara herî bilind a hemû parêzgehên Iraqê ye. Lîsteya ku herî zêde namzet derxe, wê karibe serokê encûmenê parêzgehê hilbijêre. Nûnerên Mesîhî, Şebek û Êzidî wekî kota rasterast têne hilbijartin.

ŞENGAL-ROJNEWS

19/12/2023

Show More
Back to top button