TAJÊ ji bo zaroka Êzidî banga hesab pirsîna ji dewleta Tirk, kir

TAJÊ têkildarî zaroka keç a Êzidî ku çeteyên DAIŞ’ê wê revandine Tirkiyeyê daxuyanî da û got: “Em bang li saziyên jinan û saziyên mafê mirovan dikin ku li hemberî vê siyaseta dewleta Tirk bibin xwedî biryar û helwestek tund. Ji bo wê divê lêpirsînek derbarê vê bûyerê de were vekirin û berpirsyar werin darizandin.”

Çeteyên DAIŞ’ê piştî têkçûna xwe bi hezaran jinên êsîr bi xwe re li welatan belav kirin. Dewleta ku herî zêde piştgirî da çeteyên DAIŞ’ê Tirkiye bû. Çend roj beriya niha çeteyekî DAIŞ’ê ku ji Tirkiyeyê bû bi navê Sebah Elî Oruc keçeke Êzidî ya bi navê Eyşe, xwest li ser medyaya civakî bifroşe. Polîsên dewleta Tirk çete girtin lê piştî çend rojan hat berdan û ew zaroka keç a Êzidî ku hatiye revandin dîsa teslîmî wê malbata çeteyan kirin.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyekê bang li tevahî civaka Êzidî, gelê Kurd ê li çar perçeyên Kurdistanê, li saziyên jinan û mafên mirovan kir ku  li hemberî vê kiryara dewleta Tirk a hov bibin xwedî helwest û vê siyaseta qirker a dijminahiya jinan dike tehşîr bikin. TAJÊ diyar kir ku divê lêpirsînek der heqê vê bûyerê de were vekirin û berpirsyarên vê werin darizandin û got: “Divê ev bûyer were ronîkirin. Dewleta Tirk lazim e hesab jê were xwestin ji ber piştevaniya bi DAIŞ’ê re.”

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Wekî tê zanîn di sala 2014’an de di 3’ê Tebaxê de ji ber îxaneta PDK’ê û xemsariya dewleta Iraqê Şengal rastî êrişeke hovane ya çeteyên DAIŞ’ê hat. Di encama êrişa DAIŞ’ê de bi deh hezaran kes koçber bûn, mal û milkên wan hatin talankirin ziyaretên wan bi bombeyan hatin hilweşandin. Kal, pîr û xort bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Lê êşa herî mezin ya civaka me û ya me jinên Êzidî herî mezin ew bû keçên ciwan dîl hatin girtin û ji aliyê DAIŞ’ê yên hov ve hatin tecawizkirin û hatin firotin. Qêrîna jin û keçên me gihîşt tevahiya dinyayê. Ji ber ku niha aqûbeta bi sedan keç û jinên Êzidî nayê zanîn em vê êşê dikşînin.

‘Di dîrokê de Osmaniyan dijminiya civaka me dikirin’

Em baş dizanin DAIŞ ne xwedî hêzeke mezin bû lê belê, hêzên ku piştevaniya wê dikirin jê re bûn alîkar, bûn sedem ku DAIŞ hovîtiyên mezin bîne serê jin û gelan. Di serî de hêza ku piştgiriya DAIŞ’ê dikir dewleta Tirk a dagirker bû. Em baş dizanin di dîrokê de heta roja me ya îro Osmaniyan her dem dijminatiya civaka me, bawerî, çand, ziman û nasnameya me kirine. Li gorî bav û bapîrên me dibêjin em rastî 74 fermanan hatine ji wan 68 fermanan dewleta Osmanî kirine. Dîroka dewleta Tirk tev li ser qirkirin û dagirkeriyê hatiye nivîsandin. Dewleta Tirk fermanên ku bi xwe pêk neaniye jî her dem destek daye, mînaka wê ya herî dawî jî DAIŞ’e. Ev zihniyeta qirker jin û keçên me ji xwe re weke xenîmeta şer dîtiye.

Ew kîn û nefreta Osmaniyan li bemberî civaka me bi dawî nebûye, neviyên wan jî weke bav û kalên xwe dijminatiya me dikin. Ji wexta DAIŞ hat Şengalê ve heta roja me ya îro dewleta Tirk her dem jê re bû alîkar. Em baş dizanin roja me ya îro jî Tirkiyê ji DAIŞ’yan re bûye cihê parastinê. Vê yekê gelek caran bi belgeyan jî hat eşkerekirin. DAIŞ hêza xwe ji dewleta Tirk digre.

‘Bûyera ku rû daye hevkariya Tirkiye û DAIŞ’ê careke din nîşan dide’

Piştî ku DAIŞ li şengalê bi ser neket dewleta Tirk rojane planên şer li ser Şengalê çêdike. Her roj êrişî pêşeng û fermandarên civaka me dike. Her roj hewldana tunekirina vê baweriyê dike. Ji bo wê herî dawî bûyera ku li Tirkiyeyê der barê keçek me ya Êzidî de rû daye nîşaneya dijminahî û hevkariya dewleta Tirk e. Kesê DAIŞ’î ku bi eslê xwe Tirk e, hewldan keça bi navê Eyşa bifiroşe bi riya malperê civakî piştî wê dewlet pê hesiya keçik jê girt teslîmî malbata DAIŞ’î kir. Her wiha ew kes jî dûre hat berdan.

‘Divê ev bûyer were ronîkirin’

Ev bûyer û em bawer in gelek bûyerên din ên bi vî şêwazî çêbûne lê ji raya giştî re nehatine parvekirin. Ev kiryarên dermirovî didin diyarkirin ku asta alîkarî û destekdayîna dewleta Tirk ji DAIŞ’ê re çi ye. Her wiha dijminatiya wê ya li hemberî civaka me di asta herî jor û xeternak de ye. Ji bo wê em bang li tevahî civaka Êzidî dikin, li gelê Kurd ê her çar perçeyên Kurdistan, li hemberî vê kiryarên dewleta Tirk ên hov bibin xwedî helwest û vê siyaseta qirker û ya dijminahiya jinan tehşîr bikin.

‘Divê ji dewleta Tirk hesab bê xwestin’

Em cardin bang li saziyên jinan û saziyên mafê mirovan dikin li hemberî vê siyasta dewleta Tirk bibin xwedî biryar û helwesteke tund. Ji bo wê divê lêpirsînek der heqê vê bûyerê de were vekirin û berpirsyarên vê werin darizandin. Divê ev bûyer were ronîkirin. Dewleta Tirk pêwîste e hesab bide ji ber piştevaniya wê bi DAIŞ’ê re.”

NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button