Komplo an peymanên 9’ê Cotmehê? -2

Rêber Ocalan herdem bang li civaka Êzidî kir ku xwe li ser sîstema xweseriyê û fikrê netewa demokratîk birêxistin bikin û xwe bigihînin hêza cewherî. PDK, dewleta Tirk û hêzên navteweyî xwestin bi Peymana 9’ê Cotmehê re civaka Êzidî ji fikir û sîstema Rêber Abdulah Ocalan dûr bixin.

Peymana 9’ê Cotmehê; li ser xalên ‘Rêveberî’, ‘Ewlehî’ û ‘Ji nû ve avakirina Şengalê’ hatibû amadekirin. Eger em tercumeyê rastiyê bikin, bi vê peymanê re dixwestin Rêveberî, Ewlehî û Jîngeha Şengalê û civaka Êzidî têk bibin. PDK’ê bi dehan caran xwest çekdarên xwe yên ku di her metirsiyekî li ser Şengalê de Êzidiyan bêparastin dihiştin û direviyan, dûbare vegerîne Şengalê, lê civaka Êzidî li dijî rabû û qebûl nekir. Vê carê xwest bi Iraqê re li hev bike û bi vî awayî dûbare vegere Şengalê. Lê dema dît ev jî tam encam nagire, ji bo Şengal ji aliyê civaka Êzidî ve bi fikrê Rêber Apo neyê rêvebirin û parastin, bi Iraqê re lihevkir ku Şengal bi temamî bikeve bin kontrola hêzên federalî de.

Girêdayî peymanê, bi xala ‘rêveberiyê’ armanc ew bû ku qeymeqamek ji PDK’ê li Şengalê were erkdarkirin, serweriya sazî û dezgehên dewleta Iraqê ji nû ve were sazkirin û di encam de pergala siyasî û civakî ya Rêveberiya Xweser were hilweşandin. Ango li şûna Rêveberiya Xweser, serweriya PDK’ê û dewleta Iraqê li Şengalê were sazkirin. Rêveberiya Xweser a Şengal, temsîla civaka demokratîk a rêxistinkirî dike, eger ev hêz were belavkirin, di rastiyê de civaka demokratîk tê hilweşandin

Yek ji armancên esasî tasfîyekirina hêza parastina cewherî ye

Xala duyemîn a Peymana 9’ê Cotmehê, girêdayî mijara ‘ewlehiyê’ ye. Bi vê xalê re hedef ew bû ku polîsê federal a Iraqê, saziyên istixbaratê û artêşa Iraqê vegerin Şengalê, Asayîşa Êzîdxanê û hêzên YBŞ-YJŞ’ê jî werin belavkirin. Di bin navê ‘hêzên ne yasayî’ de hêzên parastina cewherî yên Şengalê werin belavkirin, Êzidî bê parastin werin hiştin. Ev jî tê wateya ku civaka Êzidî ji ferman û qetlîamên nû re rû bi rû bimîne. Civaka Êzidî di dîroka xwe de cara yekeme ku xwe digihîne hêza xweparastinê, ev mijar ne mijareke teng a emnî ye, ev ji bo civaka Êzidî mijara hebûn û nebûnê ye.

Xala dawî ya peymanê jî derbarê ji nû ve avakirina Şengalê de ye. Li gor vê xalê, wê hikumeta federal a Iraqê û PDK komîsyoneke hevpar ava bikirana û dest bi avakirina Şengalê bikirana. Ev xal her çiqas wekî xizmeta ji bo civaka Êzidî xuya bike jî, di esasê xwe de armanc guherîna demografyaya Şengalê, parçekirina nifûsa civaka Êzidî û şikandina hêza aborî ya civaka Êzidî ye. Yanî, Şengal ne li ser xweserî û azadiyê, li ser sazî û dezgehên dewletê ji nû ve were avakirin.

Xwestin civaka Êzidî ji fikir û sîstema Rêber Ocalan qut bikin

Di serî de PDK û dewleta Tirk, hêzên herêmî û navteweyî xwestin bi Peymana 9’ê Cotmehê re civaka Êzidî ji fikrê Rêber Abdulah Ocalan dûr bixin. Her xalek ji vê peymanê, vê hedefa wan bi zelalî radixe ber çavan. Rêber Abdullah Ocalan ji beriya fermanê heya rizgarbûna Şengalê herdem banga rêxistinkirina civaka demokratîk, avakirina rêveberiya xweser, perwerdekirina hêzên parastinê û li ser esasê netewa demokratîk, pêşxistina pêkvejiyanê da ber gelên Şengalê.

Rêber Ocalan digot;

–             Her civak encax dikare bi hêza rêveberiya cewherî xwe bike îrade û jiyana xwe rêvebibe.

–             Her civak encax dikare bi hêza xwe ya parastinê hebûna xwe li dijî êriş û fermanan biparêze.

–             Her civak pêwîst e aboriya xwe ya civakî pêş bixe, nebe xulam û koleyê ti kesî.

Hem jenosîde qebûl dikin hem piştgiriya peymana qirkirinê dikin

Ji ber vê ye ku Peymana 9’ê Cotmehê di esas de peymanek li dijî fikir, felsefe û sîstema Rêber Abdullah Ocalan e. Peymanek li dijî hebûna civaka Êzidî û Ezdatiyê ye. Ji ber vê rastiyê ye ku ev peyman di salvegera Komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan de ji raya giştî re hate ragihandin.

Di rastiyê de Peymana 9’ê Cotmehê li ber berxwedana Şengalê pûç û bêwate bûye, lê bi taybet PDK ji bo ev plan pêk were Iraq û dewleta Tirk her carê sor dike û dixwaze vê peymanê di rojevê de bihêle. Her wiha bi dehan dewlet û saziyên navneteweyî ku fermana 2014’an wekî ‘jenosîde’ binav kirine lê di heman demê de banga pêkanîna vê peymana bêbext kirine. Lazime di serî de civaka Êzidî, hemû dost û xêrxwazên civaka êzidî vê rastiyê baş bibînin û li gor wê têkoşîna xwe bilind bikin.

Peymana 9’ê Cotmehê li dijî yekîtiya Iraqê ye jî

Her wiha Peymana 9’ê Cotmehê ne tenê li ser Şengalê, li ser Iraqê giştî jî xeteriyeke mezin e. Eger îro li Iraqê krîza siyasî, civakî û aborî evçend kûr bûye, yek ji sedeman jî Peymana 9’ê Cotmehê ye. Dewleta Tirk a dagirker piştî vê peymanê zêdetir mecal û zemîn dît ku bikeve nav axa Iraqê û destwerdana siyaseta Iraqê bike. PDK’ê jî heman siyaset meşand û hê jî dimeşîne. PDK hê jî zext li hikumeta Iraqê dike ku Peymana 9’ê Cotmehê ya li ser Şengalê pêk were. Balkêş e, hikumeta Sûdanî ku hemû peymanên dema Kazimî betal kirin, dest neda Peymana 9’ê Cotmehê. Ya hikumeta Kazimî ne di ferqa rastiya vê peymanê de ye, ya jî dixwazin bi hinceta vê peymanê xwe li Şengalê bikin serwer. Kîjan ji wan be jî şaş e û lazim e siyaseta Îraqê jî were guhertin.

Azadiya Rêber Ocalan azadiya Şengalê ye

Weke encam, Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û Peymana 9’ê Cotmehê ya li dijî Şengalê ji hev ne qut in. Hemû komplo û fermanên li Kurdistanê û Êzîdxanê, berhemên Fermana Sedsalî ya li ser gelê Kurd û civaka Êzidî ne. Hêzên qirker hê jî di ferman û qirkirina gelê Kurd û civaka Êzidî de bi israr in. Ji ber vê rastiyê, divê têkoşîna li dijî komploya navneteweyî û Peymana 9’ê Cotmehê pêk ve were meşandin. Heya ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan neyê şikandin wê dorpêça li ser Şengalê jî berdewam bike. Heya ku Komploya 9’ê Cotmehê û pergala Îmraliyê neyê şikandin wê Peymana 9’ê Cotmehê li ser Şengalê were ferzkirin. Ji ber vê rastiyê, civaka Êzidî dibêje: ‘’Azadiya Rêber Ocalan, azadiya Şengalê ye.’’

ÊZDÎN ŞENGALÎ-ROJNEWS

Show More
Back to top button