TAJÊ: Îradeya jinên Êzidî ji hemû êrişan mezintire  

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) êrişên li ser Şengalê şermezar kir û ragihand ku îradeya jinên Êzidî ji hemû êrişan mezintire û heta yek jina Êzidî mabe ewê dest ji Şengalê bernedin.

Li Şengalê duh dewleta Tirk a dagirker bi balafirek bê mirov a bi çek  wesayîtek kir hedef. Ev  êrişa dewleta Tirk di demeka Mîrê Êzdiyan Hazim Tehsîn Beg li Şengalê bû pêk hat. Li hemberî  êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengalê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) daxuyanek da û diyar kir ku bi van  êrişan ew ê dest ji axa xwe bernedin û şopdarê şehîdên xwe bin.

Li Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan daxuyanî ji aliyê endama TAJÊ Neam Eliyas ve hate dayîn.

Di serî de Neam diyar kir ku rojane balafirên dewleta Tirk li ser Şengalê ne û zarokên wan dikin hedef û got: “Çawa di dema êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya di Tebaxa 2014’an de cîhan bêdeng ma, li hemberî van êrişan jî herkes bêdenge.”

Neam Eliyas destnîşan kir ku ew wek jinên Êzidî şopdarên şehîdanin wiha domand: “Emê ti carî serî daneyinin û heta jineke Êzidî mabe, ewê Şengalê ji kesekî re vala nekin. Îradeya jinên Êzidî ji hemû êrişan mezintire. Di dema mîrê êzidiyan li Şengalê bû ev êriş pêk hat, pêwîste mîrê Êzidiyan li hemberî van êrişan bibe xwedî helwest û li hemû dewleta daxwaza rawestandina van êrişa bike. 

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button