PDK’ê di sê salan de 2 car Êzidiyan firotiye

Di nava sê salan de PDK’ê du caran hêzên xwe ji Şengalê vekişand û li beramberî êrişên dagirkeriyê Êzidiyan bi tenê hişt. Cara yekem di 3’yê Tebaxa 2014’an de Şengal radestî çeteyên DAIŞ’ê kir. Cara duwem jî di 16’ê Cotmeha 2017’an de bû herêmê radestî hêzên Iraq û Heşda Şebî kir.

Piştî sala 2003’an û rûxîna rejima Baas a Iraqê PDK’ê di warê leşkerî û îdarî de dest bi ser herêma Şengalê de girt. Ev herêm dikeve rojavayê parêzgeha Ninowa û 120 kîlometran ji navenda bajarê Musilê dûre. Navçeya Şengalê çend bajarokek xwe hene, ew jî evin; Sinunê, Gir Izêr, Bilêx, Xanesor û Wankê.  Zêdetirî 100 gundên wê hene û bi sed hezaran kîlometre çargoşe xakek wê ya bi xêr û bereket heye. Lê PDK’ê di nava 13 salên ku hikûmranî li Şengalê kir de di warê xizmetguzarî de Êzidiyan paşguh xist û ti xizmetek wisan ji xelkê herêmê re nekir.

Li Iraqê civaka Êzidî hatiye paşguhxistin û wek welatiyên herî hejar ên Iraqê tên hesibandin. Di nava 13 salên ku PDK’ê hikumraniya Şengalê dikir de hêzên cûda cûda li sinorê wê bicih kiribû. Ti derfet ne dida tu hêzek din di ewlehiya herêmê de rol hebe. Li Şengalê hêzên bi navê; Felek, Zêrevanî, Fermandeya Heştê, Helgurd, hêzên asayîş, polîs û parêzvanên baregehên hizbî hebûn. Lê dema şer derket, ev hêz berovajiyê hêzek nîştimanî welatiyên Êzidî û şêniyên herêmê radestî çeteyên DAIŞ û hêzên tûndrew kirin.

Radestkirina yekem

Saet 09:00’ê sibeha 3’yê Tebaxa 2014’an bû,  hêzên PDK’ê herêmê berdan. Bi dirêjahiya 210 kîlometran ji Şengalê ta pira Sihêla radestî DAIŞ’ê kirin. Bi revîna hêzên PDK’ê re bajarokên Rebîe, Zumar, Sinunê, Xanesor û Wankê valebûn. Piştî Şengalê DAIŞ’ê berê xwe da Mexmûrê. Piştî nîvro roja 6’ê Tebaxa 2014’an DAIŞ’ê Mexmûr dagir kir. Bi dagirkirina Mexmûrê re DAIŞ nêzî Hewlêrê bû. Hewlêr ket di rewşa amadebaşiyê de, berpirsên PDK’ê malbatên xwe şandin welatên kendavê û Ewropayê.

Lê li Şengalê komkujiyek mezin pêkhat. Bi hezaran welatiyên Êzidî hatin qetilkirin. Bi hezaran Êzidî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin revandin. Bi deh hezaran welatiyên Şengalê koçberî Herêma Kurdistanê bûn. Bi vî awayî di nava çend saetan de tevayî herêmên Êzidiyan radestî DAIŞ’ê hat kirin û xelkê wê di komkujiyek mezin re derbas bû.

Pişte roja 13’ê Mijdara 2015’an navenda navçeya Şengal ji aliyê gerîlayên HPG, YJA Star, şervanên YBŞ, YJŞ hat rizgarkirin ku hejmarek pêşmergeyên PDK’ê jî di rizgarkirina Şengalê de beşdarbûn.

Radestkirina duwem

Piştî referanduma yek alî ya PDK’ê ya 25’ê Îlona 2017’an, Bexdayê deriyê giftûgoyê di rûyê Herêma Kurdistanê de girt. Ji bo çareseriyê rêya leşkerî hilbijart. 20 roj piştî pêkanîna referandûmê, roja 16’ê Cotmeha 2017’an hêzên Iraqê dest bi êrişa li ser herêmên dikevin nava madeya 140’an de. Yek ji van navçeyan jî Şengal bû. Bi destpêkirina êrişên hêzên Iraqê re çekdarên PDK’ê carek din ji Şengalê reviyan û Şengal ji artêşa Iraqê û Heşda Şebî re hiştin.

Piştre yek ji fermandarên leşkerî yên PDK’ê Sîrwan Barzanî di daxuyaniyek ji bo çapemeniyê de gotibû, “Vekişîna ji Şengal û deverên din di encama lihevkirinek pêşwext a me ya li gel hikûmeta Iraqê de pêkhat. Diviyabû pêşmerge vegerin deverên ji beriya sala 2003’an.”

Di radestkirina duwem de jî mîna radestkirina yekem ti ziyanek bi hêzên PDK’ê negiha ji berku di demek kurt de herêm radest kir. Lê di warê stratejî de van bûyeran bandorek giran li ser şêniyên Şengalê bi giştî û welatiyên Êzidî bi taybetî çêkir. Bi vî awayî tenê di nava sê salan de PDK’ê du caran Şengal û welatiyên Êzidî bi tenê hişt û wan radesî hêzên biyanî kirin.

Rojnews-NAVENDA NUÇEYA

Show More
Back to top button