Rêber Ocalan: Barzanî û dewleta Tirk ji bo carekî din Ezîdî venegerin Şengalê wê her tiştî bikin

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kirîbû ku heke Ezîdî carekî din venegerin li ser axa xwe ya qedîm Şengalê, evê bibe felaketekî mezin û wiha anîbû ziman: “Êzîdîtî rayê ejdadê Kurd e. Yan em ê gelê Êzîdî biparêzin û şerefa xwe mayînde bikin yan jî wê Kurdinî tine bibe. Barzanî û dewleta Tirk ji bo carekî din Ezîdî venegerin Şengalê wê her tiştî bikin. Ji bo Ezîdiyan ji Şengalê dûr bixin, ji Kurdistanê dûrxin, her cûrê şerê teybet, şerê psikolojik wê pêşbixin. Bi siyaseta şerê taybet, bi van rêbazan, dixwazin Êzîdiyan derxin Ewropa. Ev tê wateya tûnekirina Êzîdiyan.”

Çeteyên DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de li dijî Şengalê dest bi êrişên hovane kirin. Ji ber êrişan gelek Êzidî bûn qurbanî, bi hezaran hatin revandin û hîn aqûbeta gelekan nediyare. Herwiha bi hezaran ji Şengalê koçber bûn û hîn gelek ji wan li wargehan de jiyan dikin û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) destûr nade vegerin li ser warên xwe.

Rêberê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtinên bi parêzerên xwe yên di demên cuda de rewşa Şengalê nirxandibû û têkildarî metirsiya li ser Şengalê hişyarî kirîbû.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelê Êzidî sival kirîbû û wiha anî ziman: “Ew Mezopotamyaya ku bûye dergûşa şaristaniyê, ez gelê me yê Êzîdî bi geşkirina agirê berxwedaniya bihişmendî û serî rakirina li hember zilmê silav dikim. Ez silav u hezkirinên xwe di kesayetiya wan ciwanên welatê min yên berxwedêrên û jinên ku serên xwe natewînin re dişînim. Ewên ku qet di dilên wan de agirê azadiyê nevemirî, ew gelê me yê egîd ku li Çiyayên Şengal a bûye warê Derwîş û Edûlê li berxwe didin silav dikim.

‘Çiyayê Şengalê bûye stargeh’

Deşta Mûsil û Çiyayên Şengalê, yên ku di dîrokê de giştî hêzên xwestine agirê azadiyê bitefînin û tine bikin li hember êrîşên wan ên hovane bûye qada berxwedanên herî mezin. Çiyayên Şengalê her tim gelê me yên Êzîdi yên kû liberxwedane himbêz kiriye û bûye stargehek. Berxwedan di van xakan de bûye çand. Ji dîrokê heya niha, ji civaka destpekê kilanan bigre, ji heya kabilêyan, eşiran, qewman, netewan, cemaatên olî û ji gûndan heya bajaran hertim pirsgereka civakan a destpekê xwe parastin bûye. Dagirkeran hertim wekî gurên li pêy neçira xwe ne û her tim civakên ku ji parastina xwe mehrûm in, wekî kêriyê pezan belav dike û ligorî daxwazên xwe jî dest danîne ser wan. Parastin kare bingehin a civakê ye. Agirê berxwedaniyê, mizgîniya jiyana azad e. Heyanî berxwedanî pêşnekeve, azadî û rizgarbûyîna mirov jî pêşnakeve.

‘Em hemû hatin qetilkirin’

Tevî ku ev heft sal in, ez ji bo Şengal’ê hişyarî dikim, ji ber tedbîr ne hate girtin, tiştên qewimîn we dît. Di encam de dîmenekî wek DAIŞ’ên hov derxiste holê. Rexistinekî ku wateya howîtiyê derbaskiriye bê ku bêje zarok, jin, di despêkê de Kurd, Turkmen, Ereb, Asurî, Êzîdî, Suryanî û bi gîştî gelên heremê û li hemberî bawerina komkujiyek hovane kirin. Ew serê zilaman jêdikin, dibêjin jin jî xanîmet in û digirin. Di rastiyê de yê ku hate qêtilkirin û hat tecawiz kirin em hemû bûn. Pewîst dikir ku dinya xera kiriba, qiyamet rakiriba. Ger em pêşî lê negrin, qêtlîamên bi vî şewazî wê berdewam bikin û wê li her derê talanan bikin.”

‘Tiştê kesî nekir, Tevgera Azadiyê kir’

Rêber Ocalan diyar kir ku tişta ku ti kesî nekirî Tevgera Azadiyê kir û wiha didomîne: “Yên ku di rastiyê de li Rojava jî, li Şengalê jî têkoşînê dikin em in. Tiştê kesî nikarîbû tevgera têkoşîna azadiya Kurd pêk anî. Bi DAIŞ’ê re şer kir û ew têk bir. Tevgera azadiya Kurdan çawa karîbû vê bike. Ev lazim e baş bê fêmkirin. Ji bo li hember DAIŞ îrade, bawerî, biryar û jîrbûna şer kirine çêbibê, lazime li pişt wê fikrek, nêrînek hebê. Heke tevgera Azadiya Kurd karî vê bike, ji ber pala xwe dide hêza nerîna azad, nerîna ilmî ya nû, zîhniyeta avaker. Heke rastiya Serokatî û felsefa wî neba, ma mûmkin bû ev bi serkevê? Hina jî gelê Êzîdî rûbirûyê qatlîaman e. Li Şengalê komek gerîlla hebûya, ewqas mirov nedihat qetilkirin. Êzîdîtî rayê ejdadê Kurd e. Yan em ê gelê Êzîdî biparêzin û şerefa xwe mayînde bikin yan jî wê Kurdinî tine bibe.

‘Barzanî û dewleta Tirk ji bo carekî din Ezîdî venegerin Şengalê wê her tiştî bikin’

Barzanî û dewleta Tirk ji bo carekî din Ezîdî venegerin Şengalê wê her tiştî bikin. Ji bo Ezîdiyan ji Şengalê dûr bixin, ji Kurdistanê dûrxin, her cûrê şerê têybet, şerê psikolojik wê pêşbixin. Bi siyaseta şerê taybet, bi van rêbazan, dixwazin Êzîdiyan derxin Ewropa. Ev tê wateya tûnekirina Êzîdiyan. Di rewşa heyî de li Şengalê zêde Êzîdî nemane. Ev rewş ji aliye dîrokî, civakî û çandî de gelekî xeter e. Heke Ezîdî carekî din venegerin li ser axa xwe ya Qedîm Şengalê, evê bibe felaketekî mezin. Ji qirqirina hebûne xelas bûn, lê ji qirqirina çandî nikarin xwe xelas bikin. ji bo kû Ezîdî karîbin xwe biparêzin yek rê heye ew jî vegera axa qadîm Şengalê. Dervî vê ne mûmkûne hebûna xweyî dîrokî, çandî, bawerî bi parêzin. Şengal ji bo Êzîdiyan tê çi wateyê, di aliyê, dîrokî, civakî, çandî, bawerî de tê wateyeke hebûneke çawa? Gerek e zanîbin. Siyaset û pêkanînen li ser Êzîdiya têk bibin. Çûndina Êzîdiyan li Ewropa, Elmanya ne rizgarî ye, tûnebuna wan e.

‘Bila Êzidî biryara xwe bidin, biryar a wan e’

Ez bi têgihandina heqîqetê nêzî her tiştî dibim. Dewlet ne di ferqa tiştên em didin çêkirin de ye jî, ji xwe em ji niha ve tedbîrên herî mezin digrin. Yên ku em li Şengalê didin kirin ev e. Bila Êzidî bi xwe biryarê bidin, çawa bixwazin biryar a wan e. Min hîn berê jî ji bo parastina gelê Şengalê pêwîst e çi bê kirin gotibû. Pewîst e, parastina xwe bi xwe bikin. Em nikarin wana di însafa pêşmergeyan de bihêlin. Ji ber vê sedemê şervantiya azadiyê kirin ne hêsan e. Ez bangawaziyê li tevahî kesên ku xwe li hember serdemê û mirovahiyê berpirsiyar dibînin, bûyîna neferekî di xeta parastinê de û di şopa 12’an de têkoşîn dikin, di berfirehkirina xeta berxwedana li Çiyayê Şengal û li Rojavayê dikim. Şengalê, Êzîdiyan şûnde anîna li ser xakên wan, xebatên Şengalê ji dagirkirinê ber bi çûyîna rizgarkirinê ve bidin destpêkirin. Ji bo vê pêwîstiya hêza parastinekî têkuz dike.

‘Konfederalîzm ji bo Êzidiyan girîng e’

Ez xebatên rêxistin, perwerdekirina kadro hwd. ji bo vê girîng dibînim. Ên ku tên, berê bikevin sekna rexistinî. Bila perwerdê îdeolojîk bibînin. Bila xwe navêjin erdê. Lazim e hûn li her cihî rêxistîbin. Rêxistina xwe avabikin. Konfederalîzm bi taybet ji bo Êzîdiyan û Elewiyan girîng e. Dikarin sentezekî baş çebikin. Ya girîng riya rast ya demokratîk nîşandane. Piştî neha jî tehlike berdewam dike. DAIŞ îhtîmal heye xwe komî serhev bike. Rejîma Baas xwe komî ser hev bike kevir li ser kevir nahele. Li hember paşverûtiya Irakê lazim e bi van tifakan bê meşandin. Rola axa û began jî wusa kêm dibe.”

‘Xwe tanzîn bikin û artêşbûna xwe xurt bikin’

Rêber Ocalan banga rêxistinbûnê dike û wiha didomîne: “Ez niha tiştên ku jinên Êzîdî dijîn dibînim, pir xemgîn dibim. Bi taybet hûn jin, derfetên xwe komê serhev bikin, her tim asta xwe bilind bikin. Li pêşberê her cûre qirejiyên deshilatdariyan ku jinan biçûk dixin ev firsetekê mezin ê. Mêr li pêşberê dagirkeran windakiriye, lê jin ji aliyê heman mêrî ve carekê din jî hatiye bindestkirin. Xweşiktiyên bêhempa hatiye windakirin û xistinê nav koletiyekê pir kûr de. Xwe tanzim bikin û arteşbûna xwe xurt bikin. Dibe ku civak şer û siyasetê karê jinan nebînin. Lê şer û siyaset ne tenê karê mêran e. Li ser wan de di milê fikrî de kûr bibin. Bi vî avayî lêgerina tekiliyên xwe, hiskirinên xwe, cihana xwe, cihana jinan ku dixwazin bidin civakê û hêviyên xwe dikarin pêk bînin. Riya we heta dawî wekiriyê. Jin nebe jiyan jî nabe. Di wan çiyayên Êzîdiyan de wê tevkujiyê nedin sekinandin, ti wateya wê eşqê nîne. Ez eşqê, hezkirinê, malbatê înkar nakim. Girêdana bi van re girêdanekî esîl e. Lê jiyanekî azad nebe, tu wateya van nîne.

‘Em di serdema azadiyê de ne’

Em di serdema azadiyê de ne, li çiyayên azadiyê ne, di meşa azadiyê de û di şerê azadiyê de ne. Hûn jî dikarin wekê rastiya biharbûnê ya azadîxwaz, şênber, zindîwer, avaker, herîkîner rastî di kesayeta xwe de pêk bînin. Me ji destpêkê de wiha bi serxist û gehiştin heya vir. Me hevaltiyên mezin û dibe ku di dîroka tu tevgeran de neyê dîtin lehengtiya herî mezin bi vê têgihînê ava kir. Di rewşa heyî de, bi vê rastiya mezin re girêdayî em hêza jiyanê nîşan dikin. Dîrokê ispat kiriye ku; ya ku qet bi bin nakeve, ya ku pir zêde nêzî serkeftinê ye û ya ku herî xweşik e jî ev meşa mezin e. Gelê me yê Êzidî yên di asta jor de bibawerî û çanda xwe diparêzin silav dikim. Gelê Êzidî pir bi nirx in. Ez meclîsa wan pîroz dikim. Xebatên rêxistinbûnê di pêşiya hemû xebatan de bigirin. Derveyî vê divê hûn eman nedin tu tiştên din.”

ROJNEWS-NAVENDA NUÇEYAN

Show More
Back to top button