Ji mîrasa Nujiyan, ragihandina Jinên Êzidî ava bû 

Li Şengalê ragihandina jinên Êzidî piştî fermana sala 2014’yan ava bû. Şehîd Nujiyan Erhan kedkar û xwediyê mîrasa giranbiha bû û ji bo jinên Êzidî bikarin pênus bigrin, kamera hilgirin û êş, azar, keyfxweşi, hêviyên jinên Êzidî bide teyisandin ciwanan perwerde kir, amade kir.

Li gorî civaka Êzidî qal dike, dibêjin ne tenê 74 ferman bi sedan ferman bi serê wan de hatiye. Lê tenê bi berfirehî em ji fermana 74’an agahdarin. Di fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de civaka Êzidî rastî qirkirineke ku mîna wê di sedsala 21’an de nîne re rû bi rû hat. Ev yek bi saya ragihandinên Kurdî hate eşkere kirin û teyisandin.

Beriya Fermanê:

Berîya fermanê jî li Şengalê ragihandinên cuda cuda hebûn lê wan ragihandinan li ser esasê ku êşa gel, çand, jiyan, dîrok û rastiya gel bide pêş rol ne lîstin. Ger rolekî wiha lîstîbana wê gelek kes ji fermana 73’an û gelek fermanên din agahdar bûna lê bê agahîne. Di ragihandinên cûda yên hebûn de jî jin cih ne digirtin. Karê wê nedihat dîtin û pêşiya kar kirina li derve dihate girtin. Jinên Şengalê bi tirsa ji peşmergeyên roj û zextên wan dernediketin derve jî. Mehkûmî çar dîwaran hatîbûn kirin.

Piştî Fermanê:

Bi hatina şervanên azadiyê, gerîlayên YJA-Star-HPG û hêzên YPJ-YPG’ê ragihandina azad jî roleke sereke lîst ku îro li her devera cîhanê bu vesîle ku jinên Êzidî, civaka Êzidî bên nasîn û ji bo mafên xwe têbikoşin.

Piştî fermanê Şehîd Nujiyan Erhan jî ji bo rastî di tariyê de nemîne berê xwe da axa piroz ya Êzidxanê. Ji bo êş û azarên jinên Şengalê bê dîtin pênûs û kameraya xwe bikar anî. Ji bo jinên ciwan yên Êzidî di destê xwe de pênûs û kamerayê bigre, bibin çav, guh û zimanê civaka xwe wana perwerde kir. Ji xwendin û nivîsandinê, heta nuçegihanî û pêşkeşvantî, di asta profesyonel de perwerde dida wan. Îro bi saya keda Şehîd Nujiyan saziya Ragihandina Jin ya Şengalê ava bûye û bi dehan jinên ciwan tê de kar dikin. Bingeha wê bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hate avêtin û felsefeya Rêber Ocalan bu hîmê bingehîn yê sazîbûnê.

Ragihandina jin weke sazî di sala 2016’an de hate avakirin. Destpêkê giranî ji bo perwerde hate dayîn hem di asta pişeyî de, hem di astê fikrî de. Her endamek di mehek ezmûnê re hate derbas kirin. Bingeha perwerdeya fikrî felsefeya Rêber Ocalan ya azadiya jin kiriye armanc. Mijarên wek jina azad, îrade, nasname û xwebûna jinê, dîroka jinên Êzidî dihate dîtin. Nîqaş û semîner dihatin dayîn. Beriya teknîk fêrbibin, perwerda fikrî şertek esasye ji bo ku bi xwe re pêşketinên mezin di hişmendî û nêzîkatiya li hemberî beşdarbûna jin di nav kar û xebatan de guhertinên erênî anî.

Ragihandina jina Êzidî sazîbûna xwe 2 sal piştî fermanê ragihand, lê xwedî ezmûnekî 10 sala ye. Her sal carek civînên xwe yên salê pêktîne û xebatên xwe dinirxîne, bi rojev û plansaziyek nukirî cardin dest bi kar û xebatên xwe dike. Hem bernameyên rûtin têne kişandin, hem bername û dosyayên taybet li ser çand, dîrok, bawerî, jiyan, perwerde, xebatên jina Êzidî têne amade kirin. Cardin nûçe, spot, dokumenter, klîb, çîrokên jinan, danasîna cih û warên dîrokî yên Şengalê jî tê de bi gelek mijaran xebat tên meşandin.

Ragihandina Jinên Êzidî li Şengalê bi mîrasê ku ji Şehîd Nujiyan girtîne avabû. Bi saya wê îro jin dikare êş, hêrs, keyfxweşî, ked, berxwedan û îradeya xwe û civaka xwe baş pênase bike. Ragihandina Jinên Êzidî îro sînorên Şengalê jî derbas dike û di asta Iraqê de jî tevdigere û rojeva jinên Iraq’ê û kêmenetewên wê jî dişopîne. Heta îro ji ber serkeftina xebatên xwe ji gelek cihan bi xelatên rojnamevaniyê vegeriyane Şengalê.

Ragihandina Jinên Êzidî li pey vegotina heqiqetê kete rê û bi biryardariyek mezin li pey wê dozê dimeşe. Jinên Şengalê bi pênus, kamera, kompîter û makîneyên foto kişandinê bi biryar e, bi rengê jinê ragihandinê pêşde bibe, bi heskirin, hêvî, aqil û rastiya jinê bide meşandin.

Show More
Back to top button