‘Emê dev ji îradeya xwe bernedin’

Çalakiya ku xelkê me li navenda Şengalê bi armanca destekdayîna Asayişa Êzidxanê û naskirina statûya Şengalê daye destpêkirin, di roja xwe ya 103’an de berdewam dike

 

Hevserokê Komelgeha Guhbel Emer Parsû ji rojnews re axivî û diyarkir ku dixwazin bi destê Iraqê êrişî Êzidyan bikin. Parsû wiha got; “Emê dev ji îradeya xwe bernedin.”

Hevserokê Komelgeha Guhbel Emer Parsû diyar kir dewleta Iraqê wê nekaribe bi êriş û zextan Êzidiyan bê îrade bike û bitirsîne. Emer Parsû di dewama axaftina xwe de wiha got; “Wê Iraq bi gef û êrişên xwe yên bi destê dewleta Tirk û rêveberiya Başûrê Kurdistanê, nekaribe bigihe encamekê. Ji ber ku gelê Êzidî bi fikrê Rêber Apo xwe rêxistin kiriye û wê heya dawî jî dev ji îradeya xwe bernade. Ji xwe peymana 9’ê Cotmehê ya li ser Şengalê, bi hevkariya Hikumeta Başûr, Iraq û Tirkiyeyê de hate kirin. Niha jî Tirkiye û rêveberiya Başûr dixwaze bi destê Iraqê êrişî Êzidiyan bikin. Emê bi ti awayekî vê yekê qebûl nekin û em dev ji îradeya xwe bernadin.”

Berxwedana xelkê me bi çalakiya “Konê Rûmetê” di 2’ê Kanûna 2020’an de li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê hatibû destpêkirin. Çalakî îro jî di roja 103’an de didome.

Çalakiya bi dirûşmeya “em hemû asayiş in” tê meşandin her roj bi komek nû tê meşandin. Her wiha bi sedan xelkê me serdana konê berxwedanê dikin û destek didin.

Show More
Back to top button