Fermandarê YBŞ’ê Qîranî: Bi şehadetan re tevlîbûna nava YBŞ’ê zêdetir dibe

Ji fermandarên YBŞ’ê Qendîl Qîranî li ser êrişên dijî hêzên parastina Êzidxanê diyar kir, şehadet giran ji bin, lê tim bûye sedema mezinbûna hêz û îradeya wan û got: “Her gava ku eriş dikin û şehadet çêdibin, tevlîbûna nava refên YBŞ’ê zêdetir dibe, hêzên parastina Şengalê xwe zêdetir rêxistin dikin û îrade bihêztir dibe.”

Ji fermandarê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Qendîl Qîranî têkildarî êrişên dewleta Tirk yên bi hevkariya PDK’ê li dijî hêzên parastina Êzidiyan ji ajansa me re axivî.

‘Şehadet Dibe Sedem ku Tevlîbûna Nafa Refên YBŞ’ê Zêdetir Bibe’

Fermandarê YBŞ’ê Qendîl Qîranî destpêkê sê şehîdên YBŞ’ê bibîr anî û got; “Şehîd Dîndar, Pîran û Çiya bi rêzdarî bibîr tinim. Her çendî ku şehadetên vê dawiyê yên di encama êrişên dewleta Tirk de giran jî bin, lê nabe sedem ku YBŞ belav bibe û lewaz bikeve. Berovajiyê wê zêdetir dibe sedem ku bihêz bibe. Şehadet dibe wesîleyek ji bo YBŞ zêdetir xwe ava bike û tevlîbûna nava refên wê zêdetir bibe. YBŞ weke bersivek ji şehadetan re hêza xwe mezintir dike.’

‘Gelê Me Li Pişt Me Ye’

Qîranî diyar kir, YBŞ xwedî gelek şehîdên pêşenge û got: ‘YBŞ dema ku 2014’an hate avakirin, bi xwîna şehîdan ava bû. YBŞ hêzeke menewî ye, fedayî ye û parastina civakê dike. Me heya niha gelek şehîdên weke hevalê Zerdeşt, Çeko, Dijwar û hevalê Seîd, şehîd Egîd, şehîd Dilşêr û gelek hevalên din da. Lê YBŞ dîsa lewaz nebû, berovajiyê wê xwe zêdetir rêxistin kir. Gelê me û malbatên me yên şehîdan xwedî li YBŞ’ê derdikevin, ji ber hêza wan ya parastinê ye. YBŞ-YJŞ û Asayîşa Êzidxanê civakê ji êrişan diparêzin.’

‘PDK ji Mezibûna YBŞ’ê Ditirse’

Fermandarê YBŞ’ê Qîranî diyar kir, PDK tevî ku çend caran ji Şengalê reviyaye û gel di nava lepên dijmin de hiştiye jî, careke din dixwaze were bicih bibe û got: “PDK’ê 2014’an civaka me di nava destên dijmin de hişt. Lê YBŞ wê demê ava bû û gel parast. Niha jî PDK dibîne, civaka Êzidî û YBŞ bûye xwedî îrade, fikir û felsefe. Ji ber vê yekê naxwaze ku YBŞ mezin bibe. PDK piştgiriya dewleta Tirk dike, ji bo êrişê Şengalê bikin.  Dizane YBŞ, bibe hêz û îrade, wê ti kes pê nekare, lewma ji vê yekê ditirse. Lê çend car hatiye Şengalê û paşê reviyaye. Niha dîsa dixwaze were xwe li Şengalê bicîh bike, lê YBŞ destûr nade. Ew jî hewl dide bi êrîşên hewayî yên dewleta Tirk û her weke din çavê gel bitirsîne û wan teslîm bigire. Lewma êrişê şagirt û milîtanên Rêber Apo, şagirtên hevalê Zerdeşt, Dijwar û Seîd dikin. Lê bi vê yekê jî nikare encamê bigire.”

ÎBRAHÎM ÊZIDÎ-ŞENGAL

Show More
Back to top button