Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê: Divê dengê xwe bilind bikin û bibin parçeyek ji Rojava

Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê bi daxuyaniyekê ragihand ku êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê tolhilanina şerê li hember DAIŞ'ê ye û hate gotin: "Îro erka dikeve ser milê xelkê me yê Êzidî li Rojava xwedî derketine, divê dengê xwe bilind bikin û bibin parçeyek ji Rojava."

Dewleta Tirk a dagirker di 19’ê Mijdarê de li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê êrişek hemwext da destpêkirin. Bombebaranên dewleta Tirk a dagirker hîna li ser hêrêmên Rojavayê Kurdistan û Başûrê Kurdistanê didome.

Piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser hemwext li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê dayî destpêkirin, gelke nerazîbûn û bertek derketin holê.

Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê şermezarkirin û banga xwedî derketina li Rojavayê Kurdistanê kirin.

Daxuyaniya Saziya Malbatên Şehîdan wiha didome:

“Dewleta Tirk a qirker û faşîst li ber çavên tevahiya cîhanê kiryarên xwe yên li dijî mirovahiyê yên li ser gelê Kurd encam dide. Bê ku cudahî bixe di nava jin, zarok, sivîl û leşkeran de her derê her wiha dibistan û nexweşxaneyan jî bombebaran dike. Li dijî gerîla çekên kîmyawî bikartîne. Ev kiryar li tevahî cîhanê sucên şerin. Lê sazî û dezgehên peywendîdar ku xwe wek parêzvanên mafê mirovan dibînin, bi çaveke din li gelê Kurd temaşe dikin.

Dewleta Tirk a dagirker ku ev bi salane li dijî gelê Kurd hovîtiya xwe dewam dike, niha carekî din berê xwe daye Rojavayê Kurdistanê û gelê me dike hedef.

Em wek Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê ji bo malbatên şehîdan sersaxiyê û ji bo birîndaran jî şîfaya xêrê dixwazin. Îro erka dikeve ser milê xelkê me yê Êzidî li Rojava xwedî derketine, dengê xwe bilind bikin û bibin parçeyek ji Rojava. Ji ber ku di dema ku dagirkeran xwestin me qirbikin, yên ku rê li ber qirkirinê girtîn gerîla, şervan û xelkê me yê Roava bûn. Divê civaka Êzidî vê yekê ji bîr neke û li kêleka xelkê xwe yê Rojava bisekine.

Niha em dibînin ku kî têne hedef girtin. Çawa ku li Şengalê pêşengên têkoşîna dijî çeteyên DAIŞ’ê yên weke Saet Hesen, Dijwar Feqîr, Zerdeşt Şengalî û Mam Zekiyan ji aliyê dewleta Tirk ve hatin hedefkirin û şehîd xistin. Heman şêweyî li Rojavayê Kurdistanê jî dewleta Tirk kesên ku DAIŞ’ê têkbirîn dike hedef. Ev eşkereye ku dewleta Tirk ji gelê Kurd, şervan û gerîlayan re dibêje hunê hesabê şerê xwe yê li hemberî DAIŞ’ê bidin.

Wê ne êrişên dewleta Tirk û hevalbendên wê, ne jî tu hêzekî din wê nikare îradeya gelê me, li tu cihekî bişkîne. Ji bo em dewleta Tirk têk bibin, pêwîste hemû gelê Kurd rabin serxwe û hemû hêzên Kurd yekitiya xwe pêkbînin.”

ROJNEWS-ŞINGAL

Show More
Back to top button