Li Şengalê Komxebata Zimanê Dayîkê pêkhat

Li Şengalê Saziya Ziman û Perwerdeya Civaka Demokratîk a Êzidxanê komxebatek bi dirûşma, ‘Civak bi zimanê xwe, digihe armanca xwe’ lidarxist. Di komxebatê de li ser girîngiya zimanê dayîkê ji bo gelekî, bi taybet ji bo civaka Êzidî, rê û rêbazên pêşxistin û teşwîqkirina perwerdeya bi zimanê dayîkê û fermîkirina wê li Iraqê semîner tên dayîn û nêrîn tên girtin.

Komxebat bi dirûşma, ‘Civak bi zimanê xwe, digihije armanca xwe’ û deqeyek rêzgirtina ji bo hemû şehîdên perwerdeyê û Êzidxanê destpê kir.

Piştre semînera yekemîn ji aliyê Berdevka Perwerdeya Civaka Demokratîk a Êzidxanê Xanim Şengalî ve, li ser girîngiya ziman hate dayîn.

‘Zaravayê civaka Êzidî Kurmanciye’

Şengalî diyar kir zaravayê ku li Şengalê pê tê axaftin, zimanê dayîkiye û wiha axivî: “Cara yekemîn bi zimanê xwe xwendin û nivîsandin li Şengalê piştî fermanê pêşketiye û ji aliyê komek ciwanên dilxwaz ve hatiye rêxistinkirin. Lê niha xwe bisazîkiriye û xebatên xwe bi awayeke berfireh dimeşîne.”

‘Civaka me timî neçar hatiye bi zimanên din bixwînin’

Mamoste Xanim diyar kir, dîroka Êzidiyan bi zimanê dayîkê ne hatiye nivîsîn û got: “Ti pêşketinek di warê dîroka me ya nivîskî de çênebûye, ji ber ti xebatek bi zimanê dayîkî nebû. Ev jî bûye sedem ku fermanên hatine serê me û dîroka me kêm bê nivîsîn.”

Di dewama axaftina xwede Xanim Şengalî dazanîn kurmanciya bi tîpên latînî ji aliye mamoste Erebê Şemo ve hatiye pêşxistin ku ew jî Êzidî bûye û wiha axaftina xwe domand: ‘Heya niha me girîngî bi zimanê dayîkê nedaye, civaka me neçar hatiye hiştin berê xwe bidin zimanên biyanî.’

‘Rêveberiya Xweser ji bo fermîkirina zimanê dayîkê li Iraqê kar dike’

Piştre hevseroka Meclisa Xweseriya Şengalê Cîhan Celo li ser  mijara zarok û ziman axivî û got : “Ev komxebat ji bo pêşxistin û dayîna fêmkirina zimanê dayîkê gelekî girînge. Rêveberiya Xweser ji bo zimanê dayîkê yê Êzidiyan ji aliyê Wezareta Perwerdê ya Iraqê ve bi awayeke fermî were nasîn, kar dike. Ji bo vekirina deriyên dibistanan jî li seranserê Şengalê xebat tê kirin. Divê em girîngî bi zimanê xwe bidin û xwedî lê derbikevin, yan wê zimanê me bê helandin. Em dibînin tu mafê zarokên me di perwerdeyên din de nîne. Bi zimanên din perwerde dîtin tê wateya ji çand û civaka xwe dûr ketin.”

‘Divê civaka Êzidî bi awayeke bihêz piştgirî bidin dema nû ya perwerdeya kurmancî’

Cîhan Celo ji civaka Êzidî xwest piştgiriyê bidin mamosteyên zimanê dayîkê û bi awayeke xurt beşdarî dema nû ya perwerdeya zimanê dayîkê bibin.

Beşdarên tevlî komxebatê bûne jî, ji bo pêşxistin û şêwazê rêxistinkirina zimanê dayîkê li Şengalê û fermîkirina wê nêrînên xwe parvekirin.

Komxebat bi semîner û nîqaşan dewam dike.

Show More
Back to top button