Peyama oldarekî Êzidî: Em bi şehadetan naşikên û xilas nabin! 

Yek ji oldarên Şengalê Feqîr Bedel di merasîma oxirkirina her 3 fermandarên YBŞ’ê de peyama ‘Em bi şehadetan naşkên û xilas nabin’ da dewleta Tirk û hevkarên wê û got: “Bang li civaka Êzidî jî dikim, ti kes alîkariyê nede xayîn û xwefiroşan.”

Fermandarên YBŞ’ê Dîndar Avesta, Pîran Pîr û Çiya Feqîr ku duh li Serdeşta Çiyayê Şengalê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, îro li Şehîdgeha Ş.Berxwedan û Ş.Dilgeş a li Çiyayê Şengalê bi merasîmeke leşkerî têne oxirkirin.

Bi sedan Şengalî ji danê sibê ve ye ji bo pêşengên xwe oxir bikin li ser linganin û tevlî merasîma şehîdan bûne. Şengaliyên beşdarî merasîmê bûne bihêrsin û bertek nişana êrîşên dewleta Tirk û şîrîkên wan didin, her wiha peyama bilindkirina berxwedanê didin.

‘Alîkariyê nedin xayîn û xwefiroşan’

Yek ji oldarên Şengalê Feqîr Bedel jî di merasîma şehîdan de amade bû û li ser şehadeta her 3 fermandaran wiha axivî: “Tawisî Melek hemûyan birehimîne, înşallah cihê wan bihuşt be. Ez hêvî ji Êzidiyan dikim bila guhê wan li xayîn û xwefiroşan be, destûrê nedin wan. Em Êzîdî ne, dînê me ya Tawisî Melek e, bila guhê Êzidiyan lê be û ti kes alîkariya xayîn û xwefiroşan neke.”

‘Em bi mirinê xilas nebûne û xilas jî nabin’

Feqîr Bedel diyar kir ku bi sedan kes jî ji civaka Êzidî werin şehîdxistin, ew bimirinê tune nabin û vê peyamê da dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê: “Em wekî civaka Êzidî bi şehadeta yek, du kesan naşkên, bi sedan jî ji me bikujin em naşkên. Heta niha bi hezaran ji me kuştine lê em xilas nebûne û em xilas jî nabin.”

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button