Ji bo bîranîna Mam Zekî pêşangeha wêneyan  

Li Şengalê ji bo bîranîna Endamê Kordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî (Mam Zekî) ku 15’ê Tebaxa 2018’an, di encama bombebarana balafirên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibûn, pêşangeha wêneyan hat vekirin.

Pêşengeha ku ji aliyê Yekîtiya Ciwanên Êzidî û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî ve hatiye organîzekirin, li Geliyê Şilo, li cihê ku Mam Zekî lê şehîd bûye hat vekirin.

Di pêşengehê de ji bilî wêneyên Mam Zekî, wêneyên gelek pêşengên Êzidiyan û pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê  têne pêşandan.

Pêşengeh, bi beşdariya gelek kesên ji deroda Şengalê hatibûn, hat vekirin. Piştî vekirinê, welatî li pêşengeyê geriyan. Ciwanên ku tevlî merasîma vekirina pêşengehê bûn hestên xwe ji Rojnews re anîn ziman.

Jina ciwan a binavê Sêvê Şengalî got: “Ev roj ji bo me civaka Êzidiyan wek rojek reş e, lê li aliyê din gelê me li ser şopa Mam Zekî îradeya xwe bihêztir kir, ji bo jiyanîkirina xewn û xeyalên wî xebatên xwe dimeşîne. Em dibêjin bila dijimin baş bizane ku emê emê bihêz bin û li ser şopa şehîdan xweseriya Şengalê bidest bixin. Civaka Êzidî di dîrokê de ji ber zilma ku li wan hatiye kirin, her tim cilên reş lixwe kirine, lê îro me gavên mezin ber bi xwseriya Şengalê ve avêtine. Qadên me yên tekoşînê bi keda Mam Zekiyan hîn mezintir bûna. Bila herkes bizane ja heya pêkanîna xeyalên şehîdên xwe  emê liser  vê dozê bin.”Endamê Yekîtiya Ciwanên Êzidî Dilxweş Êzidî jî nêrînên xwe wiha anîn ziman: “Mam Zekî ji bo tevahiya civaka Êzidî kesekî gelek girîng bû, loma erka me hemiyan e ku em li keda Mamê xwe xwedî derkevin û li ser şopa wan bin.  Bi vê pêşangehê me xwest em careke din Mamê xwe bibîr bînin û ji raya giştî re nîşan bidin ku em li ser şopa Mamê xwe ne.”

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button