Jinên Êzidîxanê bi rêxistinbûnê tola fermanê radikin

Li ser fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de 7 sal derbaz bû, di vê pêvajoyê de jinên Êzidîxanê di biniya TAJÊ de xwe çawan rêxistin kirin û di her qada jiyanê de şax dan berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzdî (TAJÊ)  Sebîha Sebrî bersiva da pirsên ajansa me.

https://www.youtube.com/watch?v=zs2Q_E4V1GQ

Şengal – 10’ê Hezîrana 2014’an çeteyên DAIŞ’ê êrîşî bajarê Musilê dibin deshilata PDK’ê de bû kir. Di dava çend saetan de bê ku yek gule bê teqandin PDK ji bajêr derket û ji çeteyên DAIŞ’ê re hêla. Çeteyên ku ji wê hêz girtin vêcarê jî berê xwe dan warê qedîm Êzidîxanê. 3’ê Tebaxa 2014’an çeteyên DAIŞ’ê fermana 74’an li serê civaka Êzîd de anîn. Di fermana ku ji derveyî gorên komî û kesên bi şêweyên cûda cûda hatine qetil kirin de, bi hezaran jinên Êzidî hatin kuştin, hinek jî ji wan jî ji bo nekeve destê çeteyan xwe ji zinaran avêtin û dawî li jiyana xwe anîn. Nêzî 7 hezar jin hatin revandin û di meydanên koleyan de hatin firotin. Heta niha 3 hezar û 300 kesê dîlgiretî ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ê ve hatine rizgar kirin, hîna hezar û 117 kes jî di destê çeteyên DAIŞ’ê de ne.

Li ser fermanê re 7 sal derbaz bû, jinên Êzdî yên di biniya Tevgera Azadiya Jinên Êzdî (TAJÊ)  de xwe rêxistin kirine di her qada jiyanê de bê navber ked didin. Di her firsend, nirxandin û gotubêjên xwe de jinên Şengalê yên bi sond û peyîman dest ji kokên jiyana qedîm a li warê Êzidîxanê bernadin tînin ziman ku berî fermanê bi vî awayî rêxistinkirîbana dê li hemberî fermanê karîbana bisekinin, xwe û axa xwe biparêzin. Di bin banê TAJÊ de nûneriya wan di nava hemû saziyan de heye û bê navber giringiyê didin xebatên ji nû ve avakirina Şengalê. Ji aliyê ekolojîk ku çandina daran bingeh digirin, heya situna bingehîn a civakê aborî hewildanên wan di hemû qada jiyanê de hene û heta niha serkeftinên berbiçav çêkirine. Di qada leşkerî de jî dibin banê Akademiya Şehîd Bêrîvan Şengal de xwe perwerde dikin û yekîneyên parastinê bihêz dikin. Herî dawî jinên ciwan ên ji dewreya karetê ya di biniya akademiyê de hatî dayîn mewzun bûn dan zanîn ku ewê ji her tiştî zêdetir giringiyê bidin parastinê. Ajansa me bi berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzdî (TAJÊ)  Sebîha Sebrî di derbarê fermanê û 7 salê derbaz bûyî de, hevpeyvînek çêkir.

Çima evqas ferman li ser civaka Êzidî çêdibe?

Em di despêkê de şehîdên 74 fermanan bi rêzdarî bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan di tewînin. Civaka Êzdî 74 ferman jiyaye û gelek ji wan jî nayên zanîn. Ev tiştek hêsan nîne ji ber her fermana heyî bi xwe re bi hezaran mirov dike qurbanî, dike kû koçberî çêbibin û di van koçberiyan de kesên durî warê xwe dikevin bi demê re çanda xwe ji bîr dike. Ev tev ji bo baweriya me xeteriyên mezine. Em bi xwe bûn şahidê fermana 74’an, ev ferman bi îxanetê li ser me hate kirin. Civak bê parastin hêlan. Hêzên ku wê demê  li ser erde Şengalêbû ji gel re digotin ku ewê parastina wan bikin û gel jî bi wan bawer kirin. Bi salan bûn ew hêz li wê bû bi heman zimanî dipeyîvîn, ji ber wê jî ew ji xwe didîtin. Lê di fermanê de rastiya wan derket holê. 74 fermanên heyî bi destên Osmaniyan hatine kirin, fermana 74’an jî cardin bi destê wan hat kirin. Ji ber wan DAIŞ xwedî kir û bi ser me de şandin. Heya roja îro jî metirsiya fermanê li ser me heye. Vê carê di warê siyasî de li ser me de tên û dixazin em tune bibin. Ji bo civaka Êzdî bi ser xwe ve neyê û nebe îrade vêcarê jî bi pilan û lîstikên qirêj dixazin fermanan li ser me pêkbînin.

Çima pergala deshilat her tim hewildaye baweriya Êzdiyan tune bike û li beramberî wê civaka Êzidî çawa xwe heya roja îro parastiye?

Bê goman ji ber baweriya me baweriyek resene ji bo wê ye hertim ji despêka dîrokê heya niha êrişî me dikin. Ji xwe ji fermanên heya niha hatine li ser Êzidiyan Kurd cuda bûne yan na koka me tevan Êzîdiyatiye. Dujminê Kurdan gelekin armanca tevahî desthilatdaran tunekirina Kurdane. Koka Kurdan Êzidiyatiye ji bo wêye fermana 74’an pêkhat. Dewleta Tirk dixwaze armanca xwe ya yek milet, yek al, yek netew û yek ziman pêk bîne. Yên li beramberî wan astenk jî civak û baweriyên cudane, yek ji wan jî emin. civaka me bi rojê diperise, her wiha ax, agir, hewa, sitêrk, û Hîvê piroz dibîne weke despêka mirovahiyê. Em bi xwezayê ve girdayîne. Pergala desthilatdar ya kapitalizimê jî li bermaberî rengîniyê ye. Ji bo wê ye me civaka Êzdî 74 ferman jiya. Di van fermanan de bi hezaran mirov hatin qetil kirin, koçber û wenda bûn, rexmê tevahî fermanan jî civaka Êzidî bawerî û çanda xwe parastiye. Civaka me her tim xwe bi çiyayên xwe parastine, çiya ji bo me di her fermanê de bûne sitargeh. Êzdî hertim ji bo jiyana azad bi hêvî bûne, ji bo wê ye li ruxmê em ne miletek zedene jî heya niha tû hêzan nekariye me tûne bikin. Gelek kesayetên di nava civaka me de bûne efsane hene weke Derwêşê Evdî, Dayê Gulê, Şehîd Xeyrî û bi avabûna Hêza Êzdixanê re jî egîdên me zêdebûn weke Mam Zekî, Şehîd Zerdeş û bi sedan rêhevalên wan egîdiya keç û xortê me ji hêviyên wan tê, ji baweriya wan tê.

Armanca DAIŞ’ê ji êrîşkirina ser Şengalê çi bû?

Armana DAIŞ’ê ji kokê tune kirina civaka Êzidî bû, ji ber ola me ji tevahî olên din cudaye û em bi baweriya xwe ve girêdayî ne ji bo wê xwestin dawiyê li me bînin. Ji xwe berî 2014’an amadekariyên xwe kiribûn û bi xêrnexazên li derdora me re li hev kiribûn. Di dema êrîşê de hêzên ku parastina me dikirin ji ber de herêm giştî bê parastin hiştibûn û nedihiştin civak fêrî xwe parstinê bibe. Bi gotinên weke: “Emê we biparêzin, hun çekan ranekin” alîkariya çeteyan kirin. Cardin weke jin di dîroka fermanan de ji despêkê heya niha gelek jinan pêşenktî kirin e. Ji xwe di baweriya me de cihek pîroz yê jinê heye, ew jî ji cudahiya baweriya me tê. Derdora me tev baweriyên cudane, di nava wan baweriyan de jinê nekarî ji mal derkeve. Ev bandor li ser civaka me jî kir ku bi navê parastinê jinê ne karîn bixwîne ji ber mamosta ji deverên cuda bûn, ji bo wê jin tenê di mal de ma û ji hertişî bê xeberbû.

Berî Fermanê 12 hezar Pêşmergeyên PDK’ê û hêzên Iraqê di Şengalê de bû di fermanê de bê ku çek bikar bînin gel hiştin û reviyan. Gelo çima Şengal hiştin ma ne dikarîn şer bikin?

“Berî DAIŞ were Şengal hatibû firotin”

Berî fermanê hinek agahiyên ku DAIŞ’ê xwe di Iraqê de bi cih kirîye me di bihîst. Lê gelê me yê Şengalê bawerî bi 12’ e hezar Pêşmergeyên PDK’ê û hêzên Iraqê anîbûn.  Ji ber ew hêzek têrdikir ku bikare Şengalê biparêze, hejimarek mezin a leşkeran û çek hebû, me jî pişta xwe bi wê rast kiribû. Lê mixabin di encama îxanetê de Şengalê ferman jiya. Yanî berî DAIŞ bê herêmê Şengal hatibû firotin. 74 ferman ne hêsane ji gelekê re. Raste DAIŞ’ê fermana 74’an li ser me pêkanî û ev yek wê wiha ji dîrokê re jî bimîne. Civaka me vê fermanê weke fermana ku di encama îxanetê de pêk hatî dibîne. Di nava gel de navê wê yê din fermana bi îxanetê pêkhatiye. Ji ber vê civakê hêzên pêşmerge weke zarokên xwe didîtin û bi wan bawerbûn, lê van hêzan îxanet li gel kirin. Ji xwe ya ji gel re jî zehmet tê îxanete, ji ber dijmin her dijmine gazind ji wan nabe, ji xwe DAIŞ sondxariyê xwîna Êzidiyane dijminê ol û baweriyê meye. Gelek kes hebûn dema DAIŞ hatî berê xwe dan xendekan û çûn çeperên pêşmergan digotin: “Em jî wê bi we re şer bikin li beramberî çeteyên DAIŞ’ê” lê ne wan şer kir ne jî destur dan milet xwe biparêzin hemû weke xefikekê bû.

Di gundê Sîba Şêx Xidir û Gir Zerik de berxwedaniyeke mezin ya gel çêbû û yên ku berê xwedabûn xendekan navê xwe bi mêrxazî nivîsandin. Gelo ger hêza di destê Pêşmergeyên PDK’ê de heyî di destê gel de ba gel wê karîbana xwe biparêzin?

Bê goman ji ber di wê bêderfetiyê de jî ji ciwanan heta kalan digeriyan ka li kijan malê çekek heba digirtin û berê xwe didan xendekan. Wan bi çekên biçuk şer dikirin û di saetên despêkê de gelek ji wan di xendekan de şehîd ketin. Ciwanên me yên ji ber êrîşên DAIŞ’ê rizgar bûyî, dema dîtin pêşmerge direviyan ji wan daxaza çekan kirin lê pêşmergan çek nedan wan, ew jî têrênekir çar ciwan ên me li Zorava şehîd xistin. Li Serdeştê cardin dema Pêşmergeyên PDK’ê direviyan zilamên temen mezin çûn pêşiya maşîneyên wan û ji wan re gotin ku ger hun nemînin jî çek bidin me, emê parastina xwe bikin. Mixabin ne çek dan ne jî parastina wan kirin, hemû bi cîh hêlan û reviyan. Welatiyên ji destê çeteyan xwe xilas kirine û ketibûn ser rêka Lofên çiyayê Şengalê dîsan pêşmerge ketin pêşya wan û didan sekinandin bi gotinên: “Emê we biparêzin, neçin” ew d an sekinandin heta DAIŞ xwe gihand wan. Ev ji me re hem cihê xemginiyek mezin û heman demê de cihê Şermezariyeke mezine jî. Ev îxaneta heyî em çiqas qal bikin jî têrê nake, ji xwe li Şengalê ji pîran heya şîran vê îxanetê dizane û li beramberî wê bi hêrsin. Bi taybet jinên Êzidî li beramberî Pêşmergeyên PDK’ê bi hêrsin ji ber herî zede jinan di fermanê de êş dît û tevan dizandin sucdar PDK ye.

Gelo sedem çî bû di fermanê de herî zêde jin hatin hedefgirtin?

Peyvek ya Rêber Apo heye dibêje: “Ger bixazî civakekê azad bikî di serî de jinê azad bike.” Dijmin jî vê yekê dizane ji bo wê ji bo civakê tunebike berê xwe dide jinê. Ji ber mamostayê yekem jine, ya civakê bi rêdixe û diparêze jine. Bi taybet dinava bîr û baweriya Êzidiyan de cihê jinê gelek mezine, baweriya me jinê pîroz dibine weke xwedawend dibine. Tevahî ferman jinan dike armanc lê ya em bi xwe bûn şahid ewbû ku armanca Fermana 2014’an ew bû di şexsê jinê de civaka Êzdî û di şexsê civaka Êzidî de jî civaka Kurdan tunebike. Li pêş çavê jinan zarok û hevjînên wan kuştin, gorên komî li ber çavên wan hatin çêkirin. Goştên zarokên wan bi wan dan xarin. Ew di qefesan de hatin şewitandin, zarokên 9-10 salî ên sax man jî bi deh mêran re zewicandin. Tu tişt nema ku jina Êzidî ne dît.

Li kêleka van êş û azaran di fermanê de jî jina Êzidî berxwedaniyek mezin nîşan da. Mînakên vê jî Cilana û Dayê Gulê ne hun vê yekê çavan dibînin?

Li gel tevahî kiryarên ne mirovane jî jinên Êzidî berxwedanîyeke mezin nîşandan. Deman jinên Şengalê xwestin berê xwe bidin çiya ji bo nekevin destê DAIŞ’ê xwe ji zinaran avêtin, her wiha Cilana ya ciwan ku ji bo nekeve destê wan damarên destên xwe birî û weke Cilanê gelek jinên din xwe bi şêweyên di kuştin. Cardin dayikên temen mezin li beramberî DAIŞ’ê şer kirin mînaka wê jî Dayê Gulê ye. Dayê Gulê dema dibîne ketin çemberê bi tebanca hevjînê wê jêre hêlayî du çeteyên DAIŞ’ê dikuje û gelek malbatan wisan xilas dike. Dawiyê bi xwe jî di wê êrîşê de şehîd dibe. Mînakên wan pirin nayên jimartin. Ev yek hêza jina Êzidî dide diyar kirin, hêza ku di hindirê wê de hatî çewisandin. Yek ji sedemê girtina ewqa jinan jî pergala fewdal a mêrsalare ku tenê di malê de xwedîkirina zarokan kiribû para wê. Gelek jin hebûn ji derveyî mal û gundên xwe tû dever ne dîtibûn. Ji xwe parastin û perwerdê hema bêje ji tevahî tiştan bê par mabû. Li rex wê jî jina Êzidî di fermanê de berxwedaniyek mezin nîşanda. Ger rê ji jina Êzidî re were vekirin dikare roleke pir mezin bilîze, ji ber hêzeke veşartî di rihê her jinek Êzidî de heye.

JÎNHA- EVÎN ZENDA

Show More
Back to top button