TAJÊ: Serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ azadiya ji her cure koletiyê ye.

Meclisa Jinan a gundê Xanesorê bi wesîleya salvegera serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de jinên Êzidî diyar kirin ku ew ê ji bo azadiya tevahî jinan têbikoşin û piştgiriyê bidin serhildanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê.

Şengal-Di ser Serhildana Rojhilatê Kurdistanê de salek derbas bû. Dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ ya ku li dijî rejîma Îranê bi qetilkirina Jîna Emînî bû çirûska serhildanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê li her dera cîhanê berz bû. Bi boneya salvegera serhildanên Rojhilatê Kurdistanê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyek salvegera yekemîn serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê silav kir û diyar kir ku ew weke jinên Êzidî yên yên 74’an rizgar bûne wê her dem piştgiriya têkoşîna jin û gelan ji bo azadiyê bikin.

Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) endama Koordînasyona TAJÊ’ê Niam Bedel daxuyanî da û  di şexsê Jîna Emînî de tevahî şehîdên Serhildanê û jinên ku di ber têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê hatine qetilkirin bi bîr anî û salvegera serhildana Rojhilatê Kurdistan û Îranê silav kir.

‘Qetilkirina her jinekê sedemê tekoşîna me ye’

Niam Bedel di berdevamiya daxuyaniyê de destnîşan kir ku jin li her deverê cîhanê rastî erîşan tê û wiha berdevam kir:” weke jinên Êzidî Di vê fermanê de em hatin qetilkirin, hatin firortin û hatin winda kirin tekoşîna me li hember vê pergala ku jinê qetil dike. Li başurê Kurdistanê jî Axîna biçuk hate qetilkirin ji bo me ew jî fermanek bû her jineke ku tê qetilkirin jiyanek tê tune kirin. Lê em weke jin divê qetilkirina her jinekê bikin sedema tekoşîna xwe.”

Di dawiya daxuyaniyê de ji bo tevahî jinên cîhanê bang hat kirin û wiha hat gotin: “Em bang dikin ku tevahî jinên cîhanê xwedî li serhildana Jin Jiyan Azadî derkevin û li dijî her cure koletî, dagirkerî û faşîzmê serî rakin.”

NÛJÎNHA

Show More
Back to top button