‘Fikrê Rêber Ocalan pêşeroja Êzîdxanê misoger dike’

Şemo diyar kir ku ji bo em bikarîn xwe ji pîlan û peymanên li ser Êzidiyan tê çêkirin rizgar bikin, divê civaka me, heta hebin fikrê Rêberê Gelên Bindest Ebdullah Ocalan ji bo xwe bingeh bigre û wiha got: “Fikir û felsefa Rêber Apo mayîndebûna xweseriya Şengalê ye”

 

Endamê Polîtburoya Partiya Azadiya Demokratîk a Êzidiyan (PADÊ) Heyder Şemo têkildarî komploya 15’ê Sibatê ku li dijî Rêberê Gelên Bindest Abdulah Ocalan pêk hat ji Rojnewsê re axivî.

Endamê Polîtburoya Partiya Azadiya Demokratîk a Êzidiyan (PADÊ) Heyder Şemo bal kişand ser komploya 15’ê Sibatê ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan pêk hat û wiha pêde çu: “Em di serî de komploya nevnetewî ya li ser bi Rêber Apo bi tûndî şermezar dikin. Em wek gelê Êzidî roja 15’ê Sibatê ji bo xwe rojek reş dibînin. Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, êşeke mezin dide me jî, ger ku însanetî hebûya wê evqas salan Rêberê Gelê Kurd wisa li zindanê de nemaba. Ji ber ku Rêber Ocalan xwedî fikreke paqij û daxwaza azadiya hemû mirovên bindest dikir ji bo wê hat hedef kirin, lê belê Rêber Apo ev 22 sale bi fikrê xwe yê nû re xizmeta mirovahiyê dike û niha milyonan însan dawa azadiya Rêber Apo dikin.”

Şemo da zanîn di şerê ku ji aliyên dewletên zirhêz ve li Rojhilata Navîn berdewam dike qirkirina gelê Kurd tê hedef girtin û wiha dom kir: “Wê ev şer bi ser nekeve. Ger ku Rêber Apo têkiliyê wî ji derve re hebûya dibe ku ev qas xwîn nehatiba rijandin. Ev qas aloziyên li Rojhilata Navîn berdewam dike, ji ber ku hevdîtinekî bi Rêberê me re nîne. Ji bo wê azadiya Rêber Apo, mîsogerî û çareseriya şer û aloziyan e. Ger ku Rêberê Gelê Kurd zûtirîn dem azad bibe, mirovatî dê ji fikir û felsefa wî gelek faydeyek mezin bibîne. Ji ber ku Rêber Apo ferq û cudahiyê naxîne nav mirovan de. Hemû mirov dikarin xwe di fikrê Rêber Apo de bibîne.”

Endamê Polîtburoya Partiya Azadiya Demokratîk a Êzidiyan (PADÊ) Heyder Şemo di berdewamiya nirxandinên xwede wiha got; “Rêber Ocalan ne tinê Rêberê Gelê Kurd e, azadiya gel û neteweyên din jî girîng dibîne, wek Ereb, Tirk, Mesîh, hemû netewe xwe di nava fikrê Rêber Apo de dibîne. Şemo got ku divê netewên din jî ji bo azadiya Rêber Apo têkoşîn bikin.”

Şemo eşkere kir ku fikrê Rêberê Konfederalîzma Demokratîk Ebdullah Ocalan pêşeroja Êzidxanê mîsoger dike û wiha dawî li axaftina xwe anî:”Divê civaka Êzidî heta hebin fikir û felsefa Rêber Apo ji bo xwe bingeh bigre. Ji bo bikare xwe ji pîlan û peymanên li ser Êzidiyan tên kirin rizgar bike. Em wek civaka Êzidî heta dawiyê em ê li fikir û felsefa Rêber Apo xwedî derkevîn.”

ÇAVKANÎ; LEYLA LORÎN-ŞENGAL-ROJNEWS

Show More
Back to top button