Dem dema hesabxwestina ji bersûcên fermanê ye!

Di fermana 2014’an de hemû kiryarên li dijî civaka Êzidî sûcên qirkirinê û mirovahiyê ne. Lê dewleta Iraq ne ferman wek Jenosîd qebul kiriye ne bersucên fermanê mehkeme kiriye. Civaka Êzidî 9’emîn salvegera fermanê bi daxwaza “Dem dema hesab xwestinê ye” pêşwazî dike.

Peyva Jenosîde, di sedsala 20’emîn de piştî Komkujiya Cihûyan weke peyveke yasayî, siyasî û exlaqî hatiye bikaranîn ku tê wateya “Kuştina qewm an jî qebîleyekî.” Kurdî de “Kok Qelandin” û “Qirkirin” e. Di fermanên Osmanî û Contirkan de jî “Kit ji wan nehiştine”.

Herî dawî di 3’ê Tebaxa 2014’an de, yek ji komkujiyên herî mezin a mirovahiyê bi ser civaka Êzidî de hat. Li ber çavê hemû cîhanê bi destê DAIŞ’ê civaka Êzidî rastî qirkirinê hat. Bi hezaran Êzidî bi hovitî hatin qetilkirin, revandin. Piraniya wan jin derdora 6500 Êzidî hatin revandin. Heya niha derdora 3500 Êzidî ji destê DAIŞ’ê hatin rizgarkirin, çarenûsa derdora 3000 Êzidî hê jî nayê zanîn.

Civaka Êzidî hesabê ji DAIŞ, Iraq û PDK’ê dixwaze

Heya niha li Şengalê û derdora wê, 90 gorên komî hatine tespîtkirin û cihên wan tê zanîn û tenê 40 ji wan ji aliyê dewleta Iraqê ve hatine kolandin. Hestûyên 150 kesan ku nasnameya wan hatine zelalkirin, teslîmî malbatên wan hatine kirin lê yên zêdetirî 500 kesî hê jî li Saziya Tib a Edlî ya Bexdayê ye û nasnameyên wan nehatine zelalkirin.

Civaka Êzidî hesabpirsîna ji bersûc û sûcên fermanê dixwaze. Ev komkujî bi destê çeteyên DAIŞ’ê hate kirin lê civaka Êzidî daxwaz dike ku berpirs û rayedarên Iraqî û PDK’yî ku di dema fermanê de berpirsên siyasî, îdarî û eskerî bûn û rê li ber fermanê negirtin jî werin mehkemekirin. Di nav 9 salên borî de ne dewleta Iraqê ne jî PDK’ê, ruxmê ku nav û nîşanên wan têne zanîn kesek jî mehkeme nekirine.

Peymana Rêgirî û Cezakirina Sûcên Mirovahiyê

Di encama têkoşîna gelan de Neteweyên Yekbûyî (UN) di sala 1948’an de “Peymana Rêgirî û Cezakirina Sûcên Qirkirinê” qebûl kir. Ji wê salê ve ye, sûcên li dijî qewm û qebîleyan, êrîşên li ser ol û baweriyan di çarçoveya Qirkirin/Jenosîde de têne nirxandin û cezakirin. Ev sûcên li jêr weke sûcên qirkirinê têne binavkirin;

Kuştina endamên komê

Zirar dayîna fîzîkî an jî ruhî li endamên komê

Bi hesabê ku ew kom bi temamî an jî beşek jê ji holê were rakirin, guhertina şert û mercên jiyanê

Ji bo endamên komê zarok neynên dinê, rêgirî kirin.

Bi darê zorê, neqilkirina zarokên wê komê ji komekî din re.

Belê, bi hezaran Êzidî hatine kuştin, zirarên mezin gihaye laş û rihê wan, şert û mercên wan ên jiyanê bi temamî hatine guhertin da ku nikaribin hebûna xwe biparêzin, bi sedhezaran hatine koçberkirin, jinên Êzidî kirine kole, zarokên Êzidî ji aliye DAIŞ’ê ve li dijî bîr û baweriya xwe hatine perwerdekirin. Hemû sûcên ku di peymanan de weke “sûcên qirkirinê” hatine binavkirin, bi carekî ve bi ser civaka Êzidî ve anîne.

Iraqê ev 9 sal in Jenosîda Êzidiyan qebûl nekiriye

Heya niha derdora 20 welat û rêxistinên navnetewî fermana 2014’an weke Jenosîde qebûl kirine ku piraniya wan sazî û dewletên Ewrûpî ne. Biryara Jenosîde, di rojeva Parlamena Iraqê de ye jî lê nehatiye erêkirin. Herî dawî Pêşnûme Biryara Jenosîde, di Komîteya Hiqûqê ya Parlemena Iraqê de hatîbû erêkirin. Niha lazim e Serokatiya Parlemena Iraqê, ku Mihemed Helbûsî serokatiya wê dike, vê biryarê bîne rojeva parlemenê û bide dengdanê. Lê kengê bike jî ne zelal e.

Dewleta Iraqê beriya her tiştî divê Qirkirina Êzidiyan qebûl bike. Piştî vê, yasa û qanûnên pêwîst derxe da ku karibe ji bo darizandina bersûcan Dadgeha Cezayê veke. Di rewşa heyî de bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê di destê dewleta Iraqê de ne, lê heya niha dadgeheke taybet ji bo darizandina sûcên fermanê nehatiye avakirin.

Rêveberiya Xweser a Rojava dest bi mehkemekirina DAIŞ’iyan dike

Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê biryar dabu ku dest bi dadgehkirina çeteyên DAIŞ’ê bike. Ev ji bo hemû mirovahiyê, bi taybet jî ji bo civaka Êzidî biryareke girîng û dîrokî ye. Ji xwe civaka Êzidî piştgiriya xwe ya ji bo vê biryarê diyar kir û daxwaz kir ku tevlî vê mehkemê bibe. Niha wext hatiye ku dewleta Iraqê jî mehkeme deyne û dest bi darizandina bersûcan bike. Lazim e ev mehkeme li gor yasa û qanûnên navnetewî, bi taybet jî di çarçoveya biryarên sûcên mirovahiyê de were danîn.

Her wiha, lazim e civaka Êzidî jî ji her demê zêdetir li ser vê mijarê kar bike. Divê komîteyên taybet ji bo vî karî birêxistin bikin û bi cidiyeteke mezin vî karî bimeşînin. Civaka Êzidî lazim e zanibe ku ger hesabê fermana 2014’an nepirse, wê nikaribe rê li ber fermanên nû jî bigire.

ÊZDÎN ŞENGALÎ-ROJNEWS

 

Show More
Back to top button