Li dijî vegera kesên destê wan di xwîna civaka Êzidî de heye xwepêşandan  

Xelkê Şengalê li dijî vegerandina malbatên ku di dema fermana Êzidîyan de bi DAIŞ'ê re tevgeriyane, rabûn ser piyan û ji artêşa Iraqê û Asayîşa Nîştîmanî xwestin wan malbatan nexin Şengalê. Nerazîbûn heya van kêliyan jî dewam dike.

Emin-El Wetenî (Asayîşa Nîştîmanî ya Iraqê) û Artêşa Federal a Iraqê gelek malbatên ku di dema fermana 2014’an de bi DAIŞ’ê re tevgeriyane û destê wan di xwîna civaka Êzidî de heye, vegerandin Şengalê.

Piştî ku xelkê Şengalê kesên bi DAIŞ’ê tevgeriyane û vegerandine Şengalê naskirin daketin qadê û nerazîbûneke tûnd nîşan dan.

Li gorî agahiyên ku peyamnêrê me ji navenda Şengalê daye hêzên Iraqî plankirine 30 malbat vegerînin (Erebên Sûne) û beşek ji van malbatan vegerandine. Xelkê Şengalê jî wan nas kirine ku di dema fermanê de bi çeteyên DAIŞ’ê re tevgeriyane.

Hate gotin, li filkeya Yermuk ya Şengalê xelkê Şengalê di van kêliyan de kombûne û li dijî vê hewldana hêzên Iraqê xwepêşandan dikin. Ji dîmenan jî xuya dibin ku fermandarên Iraqê li pêşiya gel sekinîne û gel jî nerazîbûnên xwe radigihînin û dixwazin artêş dest ji vegerandina van malbatan berde.

Di nava xwepêşanderan de mezinên civaka Êzidî û dayîk jî hene û hewl didin bêyî aloziyek li herêmê rû bide mijarê çareser bikin û wan malbatên anîne dûbare derbixin.

ROJNEWS -ŞENGAL

Show More
Back to top button