Li Sîbayê bi dehan kes xwe kirin mertal û hezaran kes gihandin Çiyayê Şengalê

Di fermanê de dema DAIŞ’ê berê xwe da Şengalê, hedefên destpêkê gundên berxwedêr Girzerik û Sîba bûn. Li Sîbayê nêzî 100 kesî xwe ji gel re kirin mertal û bi hezaran kes kes gihandin Çiyayê Şengalê. Di salvegera fermanê de bi sedan malbat vedigerin ser warê xwe û Sîbaya berxwedêr ji nû ve geş dikin.

Piştî sala 1975’an, rejîma Baasê biryar da ku Êzidiyan ji Çiyayê Şengalê qut bike, li deşt, komelgeh û gudnan bicih bike. Ev gef û metirsiyeke mezin a li ser hebûna Êzidiyan bû, ji ber Çiyayê Şengalê hem stargeha wan hem jî çavkaniya nan û av bû. Tevî ku ev biryar ne bi dilê Êzidiyan bû, rejîma Sedam bi darê zorê ew daxistin deştê. Ji bo vê, kaniyên wan ên bi hezaran salan diherikîn bi kevirê, bi qîrê dagirtin da ku civaka Êzidî bê av bimîne û ji neçarî dakeve deştê.

Sedam Hisên, bi van zextan Êzidî ji Çiyayê Şengalê dadixin deştê, gelek komelgehên Êzidiyan ji sînorê Şengalê derdixe û di nava gelê Ereb de bicih dike. Ji bo civaka Êzidî pirsgirêk ne jiyana bi gelê Ereb re bû, pirsgirêk dûrketina ji Çiyayê Şengalê bû. Civaka Êzidî ne ku li dijî hebûna Ereban belkû li dijî wê bû ku destê wan ji çiya qut bibe.

Sîba Şêx Xidir hedefa DAIŞ’ê bû

Yek ji wan komelgehên ku êşa qutbûna ji çiyê jiyaye Sîba Şêx Xidir e. Komalgeha Sîba Şêx Xidir ku piraniya wê ji eşîra Qîraniyan a Êzidiyan e, yek ji komelgehên sînorê civaka Êzidî û gelê Ereb e ku ji aliyê îdarî ve jî bi ser navçeya Baec e. Sîba Şêx Xidir bi vî  awayî ji Şengalê hatiya qutkirin. Beriya fermana 3’yê Tebaxê, zêdetir ji 7 hezar malbat li vê komalgehê jiyan dikirin.

Xelkê Sîba Şêx Xidirê, di dîrokê de herdem bi berxwedêriya xwe hatine naskirin û di aliyê civakî de hesabeke mezin ji bo wan dihate kirin. Dema em bêjin dîrok xwe dûbare dike, encama vê gotinê li Sîba Şêx Xidirê xuya dibe, ji ber ku piştî Girzerik, Sîba Şêx Xidir yek ji cihên di hedefa DAIŞ’ê de bû.

Hedefa destpêkê ya DAIŞ’ê Girzerik û Sîba bû

Di 3’yê Tebaxa 2014’an de, saet derdora 2’yê şevê çeteyên DAIŞ’ê plansaziya xwe ya dagirkirina Şengalê datînin û weke destpêk, Sîba û Girzerik dikin hedefa xwe. Li gor gotina Xwedêda Helo Hesen ku şahidiya hemû ên li ser Sîbayê kiriya, dema çete dagirkirina Şengalê didin ber xwe, agahî ji wan re tê ku çeteyan plan danîne ku Sîba û Girzerik dagir bikin. Çete wisa difikirin ku eger ev her 2 cih bên dagirkirin êdî dagirkirina Şengalê pir hêsan dibe û bi vê armacê 40 wesayîtên çeteyan berê xwe didin derdorê Sîbayê. Di saet 2’yê şevê de dest bi êrişê tê kirin û xelkê Sîbayê bi baweriyeke mezin li ber xwe didin. Ev berxwedanî dibe wesîle ku xelkê komalgehên din xwe bigihînin Çiyayê Şengalê. Eger ev berxwedanî nebe wê encama fermana 3’ê Tebaxê hîn dijwartir be.

‘100 kesî xwe kirin mertal’

Di dema berxwedaniyê de êdî malbat berê xwe didin çiya û gelek kes jî di çeperan de dimînin û li hemberî çeteyan şer dikin. Şêx Saro ku mezinê Sîbayê ye, ji me re qala êrişê dike: “Me nedizanî di wê serdemê de emê rastî fermanê werin, em jî wisa difikirîn ku komên çeteyanin û emê wan bişkînin. Lê xuya bû ku dewletên mezin li pişta wan bûn. Tevî me dizanî ku hêza wan ji ya me bêtir e jî lê dîsa jî bi çekên ku di ber destê me hebûn me li ber xwe da. Di dîrokê de me dest ji ti kesekî re daneniya û di dema êrişê de jî me li ber xwe daye. Dema şer dijwar bû û hêzên ku parastina vê derê dikirin (pêşmergeyên PDK’ê) reviyan wê demê me famkir ku ev jî ferman e û bi sedan kesî berê xwe dan ber çeperên şer. Heya saet 8’ê siharê şer dijwar bû lê hemû malbat ji Sîbayê derketin. Zêdetirî ji 100 kesî di mewziyan de man û xwe kirin mertal ji bo jin û zarok xwe xilas bikin. Heya niha agahî ji wan kesan nayê girtin lê di nava komalgehê de 5 gorên komî hene em texmîn dikin ew kesên li ber xwe dane piştî hatine şehîdkirin di van goran de hatine binaxkirin.’’

Ne tenê di fermana 3’yê Tebaxê de Sîba Şêx Xidir hatiye hedefgirtin, di 14’ê Tebaxa 2007’an de jî Sîba rastî a çeteyan hat û bi wesayîtên bombebarkirî berê xwe dane Sîbayê. Lê weke her carê xelkê Sîbayê zû bi wan wesayîtan dihise û beriya derbasî nava komalgehê bibin her 2 wesayît tên teqandin, ji ber wê jî zirerên ê kêm dibe.

Sîba ji nû ve geş û xweş dibe

9 sal derbas dibin li ser fermanê re, Sîba ji nû ve geş dibe û xwe ava dike. Li ser banga Rêveberiya Xweser a Şengalê, gel dest bi vegera ser warê xwe kiriye û di nava 5 mehan de nêzî 500 malbatî vegeriyane Sîbayê. Xelkê vegeriyane ji aliyê Rêveberiya Xweser a Şengalê ve tên pêşwazîkirin û gel jî li derdora Rêveberiya Xweser kom dibe. Di destpêka vegera gel de Rêveberiya Xweser, Şaredariya Sîbayê vekir ji bo xizmeta malbatan bike. Pişt re di 12’ê Tîrmehê de bi amadebûna nûnerên Rêveberiya Xweser, Meclisa gel li sîbayê hate avakirin.

Di 9’emîn salvegera Fermanê de Xidir Hecî Mîrza ku yek ji serokeşîrên Qîraniya ye banga vegera li Sibayê dike û dibêje: “Me gelek şehîd dan û ji bo Sîbayê gelek kesan canê xwe dane. Xwedî derketina li keda van şehîdan wê bi vegerê pêk were.’’

ÎBRAHÎM ÊZIDÎ-ROJNEWS

Show More
Back to top button