‘Em bê dengiya Iraqê ya li beramberî êrişên dewleta Tirk şermezar dikin’

Heyet El EŞayirî ya Şengalê bi daxuyaniyekê êrişa dewleta Tirk ya dagirker li ser wesayîta hêzên  YBŞ’ê ku di encamê de sê fermandarên YBŞ’ê şehîd bûn, şermezar kirin û got: “Ev êrîş binpêkirina serweriya Iraqê ye, em vê bê dengiya Iraqê şermezar dikin.”

Êrîşên dewleta Tirk ya dagirker ya li ser Şengal, Rojava û Herêmên Parastina Medya bê navber dewam dikin. Herî dawî dewleta Tirk ya dagirker di 17’yê Îlonê de wesayîteke Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YPŞ) bombebaran kir û di encamê de sê fermandarên YBŞ’ê şehîd bûn.

Heyet El Eşayirî ya Şengalê têkildarî êrişên dewleta Tirk ya dagirker û bêdengiya hikûmeta Iraqê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Berdevkê Heyet El Eşayîrî ya Şengalê Omer Salih ve hatiye xwendin wiha hate gotin: “Em êrîşa hovane ya balafirên dewleta Tirk ya dagirker ya li ser wesayîta hêzên YBŞ’ê ku di encamê de sê fermandarên YBŞ’ê şehîd bûn, bi tundî şermezar dikin. Ev êriş li nêzîkî nuqteya leşkerî ya artêşa Iraqê pêk hat, hevalên tê de hemû şehîd bûn û wesayît jî bi temamî şewitî. Dewleta Tirk ev tawanê hovane û xayîn li dijî hêz û welatiyên me yên bê guneh pêk anî. Ev ne cara yekê ye ku dewleta Tirk sivîl û şervanên pêkhateya Êzîdî û bi taybetî şervanên hêzên YBŞ û Asayîşa Êzîdxanê dike hedefê êrîşên xwe. Ev êrîş binpêkirina serweriya Iraqê ye û mezintirîn bêrêziya li hemberî serokwezîr û hikûmeta Iraqê ye. Ev êrîşên hovane binpêkirina peyman û peymanên navnetewî ye.”

Tevî ku êrişa dewleta Tirk ya dagirker li ber çavên hêzên Iraqê jî li dijî hêzên YBŞ’ê hate kirin, hikûmeta Iraqê tu bertek nîşanî dewleta Tirk nedan û têkildarî vê di daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Em vê bêdengiya Iraqê û bêdengiya civaka navnetewî ya li hember van binpêkirin, êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk şermezar dikin. Wijdanê cîhanê li kûderê ye? Wijdanê Bexdayê li kûderê ye? Ey Iraq, ma serweriya te heye? Tu li kûderê yî? Dewleta Tirk ya faşîst li ber çavên te serweriya te binpê dike, her roj qada hewayî ya Iraqê binpê dike, zarokên me li ber çavên me şehîd dixe.”

Di dawiya daxuyaniyê de bi van gotinan bang nîşandana helwestên cidî li aliyên peywendîdar hate kirin û wiha hate gotin; “Ji ber vê yekê em bang li hikûmeta Iraqê û Parlamentoya Iraqê dikin ku helwestek bibiryar nîşan bidin û dawî li binpêkirinên dewleta Tirk û qetilkirina gelê bêguneh yê pêkhateyên Êzidî yên li Şengalê bînin.

Şehîd Namirin, Bimire Xiyanet.”

ŞEYDA ILYAS – ROJNEWS

Show More
Back to top button