‘Em heta asayişa xwe fermî nekin nasekinin’

Ji çalakvanan endama TAJÊ Meyan Xwedêda got ku biryardariya jinên Şengalê ya dewamkirina çalakiyê anî ziman û wiha got: “Bila nefikirin dê di hevdîtinan de bi çend gotinan me bidin sekinandin, heta em asayişa xwe fermî nekin em nasekinin”

https://www.youtube.com/watch?v=z7wN9Qme0uk

9’ê Cotmeha sala 2020’an cardin hikumeta navendî ya Îraqê û hikumeta herêma Federal a Başurê Kurdistanê bi hevre hevpeymana pilanek nû ya fermanê li ser Şengalê dan û bi raya giştî re parve kirin. Welatiyên me yên ku darb û fermana ji hemûyan mezintir 3 yê Tebaxa 2014’an dîtin, jiyan kirin û nêzîkatiyên her du hêzan jî di wan rojan de li hemberî civaka me re şahîdî kirin bertekek mezin nîşanî vê hevpeymanê dan û dest bi çalakiyê kirin.

Çalakiya konê rûmetê ya ji bo parastina Asayişa Êzidxanê û naskirina statuya Şengalê di roja 104’an de dewam dike. Rojane serdana konê rumetê pêktê û xelkê me piştgiriya xwe tînin ser ziman.

Jinên Şengalê jî ji roja destpêkê heya niha di nav liv û tevgerê dene û biriyardariya xwe di her firsendê de nîşan didin ku ewê carekdin bawerî bi hêzên derve neyinin û bi xwe parastina xwe bikin.

Ji çalakvanan endama TAJÊ Meyan Xwedêda ji Jinha re axivî û biryardariya jinên Şengalê ya dewamkirina çalakiyê anî ziman û wiha got: “Bila nefikirin dê di hevdîtinan de bi çend gotinan me bidin sekinandin, heta em asayişa xwe  fermî nekin em nasekinin.”

Meyan Xwedêda helwesta jinên Şengalê ya li hemberî rageşiyên dema dawiyê çêbûn û biriyardariya wan a parastina Asayişa Êzidîxanê wiha anî ziman: “Ev 104 rojin çalakiya konê berxwadanê ya ji bo parastina Asayişa Êzidxanê berdewame. Her roj komên gel berê xwe didin çalakiya konê berxwedanê. Hukumeta Iraqê çalekiya ku ev 104 rojin berdewam dike piştçav dike.  Astangiyê ji me re çêdikin û di vê çalekiya me ya dawiyê de jî astengiyeke mezin ji me re derxistin. Dewleta Iraqê rê li gelê me yê şengalê digire, nahêle gel li beramberî kiryarên wan yên qirêj serî rakin û daxwaza mafê xwe bikin.”

Endama TAJÊ Meyan Xwedêda bi hêrs axaftinên xwe wiha domand: “Ew ji hêza me ji zarokên me di tirsin. Ji bo wê naxwazin zarokên me axa xwe biparêzin. Naxwazin em sazî, dezgeh û hêzên xwe çêbikin ji ber dizanin ger me ev yek kir êdî gelê Êzidî wê bibe xwedî sitatû ji bo wêye wiha êriş dike û di nava pilanên qirêj de cih digire. Dema me ji bo asayişa xwe 10’ê mehê meş li darxistî li wê hêzên Îraqê gotin: ‘Emê hevdîtina bikin telebên xwe binvîsin’ ev 104 rojin em telebên xwe ji wan re radigihînin ger ew bi çend biryaran bifikrin ku me bêdeng bikin xwe dixapînin. Em heya asayişa xwe fermî nekin em ê dest ji berxwedaniya xwe bernedin.”

Çalakiya Konê Rumetê 2’ê Kanûna 2020’an de li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê hatibû destpêkirin. Çalakiya bi dirûşmeya “em hemû asayiş in” tê meşandin her roj bi komek nû tê meşandin.

ÇAVKANÎ: ELMAS NAYIF-ŞENGAL-JİNHA

Show More
Back to top button