Filma ‘Nameyên ji Şengalê’ li Hambûrg tê nîşandan

Filma ‘Nameyên ji Şengalê’ ku ji aliyê derhêner Dersîm Zêrevan ve hatiye çêkirin, dê yekem car li Ewrûpayê di salvegera êrîşên li hember Şengalê 3’yê Tebaxê de bê nîşandan.

Saziya Kezî li Rojava bi hevkariya Art Record li Elmanya û Mala Êzdiyan li Ewrûpayê dest bi nîşandana filma ‘Nameyên ji Şengalê’ dikin. Yekem nîşandana filmê di 3’yê Tebaxê roja salvegera êrîşên li hember Şengalê de li bajarê Hamburg a Elmanyayê dê bê nîşandan. Piştî wê jî dê film li tevahî Ewrûpayê bê nîşandan.

Çeteyên DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de êrîşî Şengalê kir û di encamê de êrîşên mezin pêk hatin, gelek kurdên Êzîdî hatin qetilkirin, hatin revandin û heta niha jî pir ji wan çarenûsa wan ne diyar e. Filma ‘Nameyên ji Şengalê’ ji aliye Produksiyona Nûjiyan ve hate çêkirin û derhêneriya wê ji aliye Dersîm Zêrevan ve hate kirin. Amadekariya wê di sala 2018’an ve hate destpêkirin. Filma ‘Nameyên ji Şengalê’ him fikir, him drama him jî belgefilm di hundirê xwe de dihewîne. Her wiha êş, azarên ku di Şengalê de hatiye jiyîn, rizgarvanên gele Şengalê, şervanên azadiyê û dayikên ku hêviya serkeftinê di dile xwe dihewîne di filmê de derdikeve pêşberî temaşevanan. Film 6 beşan pêk tê û di her beşê de nameyek xuya dike.

NÛJÎNHA

Show More
Back to top button