Jinên Êzidî êrîşên dewleta Tirk şermezarkirin: Wê sernekevin! 

 Bi pêşengiya TAJÊ jinên Êzidî li hev civiyan û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Silêmanî, Çemçemal, Mexmûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê bi daxuyaniyeke çapemeniyê şermezarkirin. TAJÊ diyar kir, êrîş bi çekên NATO’yê tên kirin û banga rawestandina êrîşan kir.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li dijî êrîşên li ser Silêmaniyê, Çemçemal, Kampa Penaberan a Mexmûrê û Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniya çapemeniyê da. Gelek jinên Êzidî yên di daxuyaniyê de amadebûn, banga nedayîna çek ji bo Tirkiye li hêzên navnetewî kirin û piştgiriya wan a ji bo Tirkiyeyê şermezarkirin.

Daxuyanî li meclîsa TAJÊ ya li Şengalê, ji aliyê Endama Koordînasyona TAJÊ Neam Bedel ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de êrîşên dewleta tirk ên li ser Silêmanî û Mexmûr hate şermezar kirin û wiha hate gotin: “Dewleta Tirk bi çekên NATO êrîşê kampeke penaberan dike. Di bin çavdêriya hikumeta Iraqê û hikumeta herêma Kurdistanê de teyarê tirkan li kampê dide. Dîsa li Zapê li hemberî gerîla çekên qedexekirî bikaranîn. Ev ne însanî ye û hemû dewletên navneteweyî ji van êrîşan berpirsyar in. Ev mehekî ye çekên qedexekirî li Zapê, Metîna û Avaşîn tê bikaranîn.”

‘Di bin çavdêriya Barzaniyan de Başûr dagir dikin’

Di daxuyaniyê de her wiha rol û berpirsyariya PDK’ê û bi taybet malbata Barzaniyan jî hate destnîşan kirin û ev peyam hate dayîn: “Dewleta tirk êrîşê Rojavayê Kurdistanê, Mexmûrê dike. Di bin çavdêriya malbata Barzaniyan de Başûrê Kurdistanê dagir kiriye. Ji ber îxaneta ku malbata Barzanî li Kurdistanê kirî, ew naxwazin kesekî Kurd biserkeve. Lê çi bikin jî wê milet biserkeve.”

‘Gelê Mexmûrê jî rastî fermanê hatiye’

Dayikên Êzidî yên tevlî çalakiyê bûn jî nêrîn û helwesta xwe ya li hemberî van êrîşan anîn ser ziman. Dayika bi navê Wetha Reşo diyar kir ku ew piştgiriya berxwedana Mexmûrê dikin û got: “Miletê Mexmûrê jî ev çend sal in li kampan e û ji fermanê derbas bûne. Çi ferqa Şengalê ji Mexmûrê nîne.”

‘Bikaranîna çekên kîmyewî karekî hovane ye’

Wetha Reşo her wiha balê kişand ser çekên kîmyewî ku li hemberî gerîla tê bikaranîn û wiha berdewam kir: “Çekên kimyewî ne karê însaniyetiyê ye, ev karekî hovane ye. Li ser însanên ku li ber xwe didin çekên kimyewî bikartînin. Ew însanên li ser wan çiyayan, piştgiriya hemû miletan dikin. Lazim e em piştgiriya van însanan bikin ji ber ku ew di ber her miletekî de şehîd ketine.”

‘Ferqa Şengal, Rojava û Mexmûr ji hev nîne’

Emîna Şengalî jî bi gotinên “Ferqa Şengal û Rojava, ferqa Şengal û Mexmûr ji hev nîne” helwesta xwe nîşan da û wiha berdewam kir: “Lazim e ev êrîş bisekinin. Em wek xelkê Şengalê piştgiriya wan dikin. Ji ber ku li ber xwe didin, xwe nakin bindestê dewleta tirk û hevkarên wê, ev êrîş çêdibin.”

ROJNEWS AJANS

Show More
Back to top button